Tangeke din a aîdî çeteyan hat rûxandin

Tangeke din a aîdî çeteyan hat rûxandin

Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê ku di roja 11. de ne hîn dijwartir bûn, berxwedana dîrokî ya gelê Kobanê û hêzên YPG/YPJ’ê jî dewam dike.

Çeteyên DAIŞ ên îro danê sibehê cardin ji sê eniyan de ketin êrîşê, hêzên YPG’ê dîsan darbe li çeteyan dan. Nûçegihanê ANHA ji herêmê ragihand ku saet derdorê 16.00’an hêzên YPG’ê li eniya rojavayê Kobanê li gundê Alîşar tangeke aîdî çeteyan rûxandin.

Li derdorê gundê Şîftek ê rojavayê Kobanê jî li derdora saet 16.20’an de wesayîteke çeteyan rûxandin. Hat hînbûn ku li vir herî kêm 4 çete hatine kuştin.