Tankên YPG’ê li eniyên şer hatin bicih kirin

Tankên YPG’ê li eniyên şer hatin bicih kirin

Tankên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berê xwe dane eniyên şer yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê.

YPG’ê demek beriya niha di şerên li hember hêzên rejîmê yên li herêma Efrînê de,  tang jî di nav de gelek çek û cebilxane bidest xistibûn. Tankên ku YPG'ê bi dest xistibûn îro ber bi eniyên şer yên navçeya Cindrêsê a Efrînê ve bi rêketin. Hat ezanîn YPG’ê di şer de li ser dijwariya şer êdî tankan jî bikar tîne.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh di saetên nîvro de di navber hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ/Eniya El Nusra de li herêma di navber Etma ya Îdlibê û Cindêrisa Efrînê de pevçûn derketin û hîn didomin.

Hate gotin ku hêzên YPG’ê navendeke komên çete ya li nêzî Etma hedef girtiye û di encamê de 5 çete hatine kuştin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku 6 ambulansên Tirkiyê kuştî û birîndarên komên çete yên DAIŞ’ê birin Tirkiyê.

Li aliyê din hêzên YPG’ê wesayîtek doçka ya çeteyên DAIŞ’ê hedef girtin û di encamê de 3 çete hatin kuştin û ziyaneke mezin gihişt wesayîta komên çete.Hate hînbûn ku 2 endamên komên çete jî dema êrîşî gundê Til Dîwa ya Cindêrisa Efrîn kirin hatine kuştin.

Endamên DAIŞ’ ê gundên kurdan yên nêzî herêmêne , bi hawanan topbaran dikin. Hate gotin ku di encama topbarana li ser gundên Dêr Belût û Mehmediyê yên Cindêrisê de ziyana madî çêbûye û derdora 500 darên zeytûnan şewitîne.

KUŞTIYÊN DAIŞ’Ê GIHIŞTIN 78’AN

Piştî ku şevê din 10 endamên komên çete yên DAIŞ’ê hatin kuştin hejmara kuştiyên êrîşkaran yên di pevçûnên herêma di navbera bajaroka Etma ya Îdlibê û Cindêrisa Efrînê de derket 78 kesan, her wiha gelek birîndarên komên çekdar jî hene. Di nava kuştiyan de fermandarê DAIŞ’ê yê Sûriyê Umer El-Şîşanî jî heye û cenazeyê wî ketiye destê şervanên YPG’ê.