Tanrikulu yê CHP’yî: Reşît û Veysel Îşbilir hatin înfaz kirin

Tanrikulu yê CHP’yî: Reşît û Veysel Îşbilir hatin înfaz kirin

Alikarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, 2 kesên ku li Navçeya Colemêrgê Geverê di encama êrişa polîsan de jiyana xwe ji dest dayîn weke “înfaza bê lêpirsîn” bi nav kir û wiha got: “Ji ber desthilatdariya AKP’ê mafekî be sinor yê daye hêzên girêdayî xwe duh bû sedema du canan. Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir bê lêpirsîn hatine înfaz kirin. xwîn kete nav çareseriya AKP’ê.”

Alikarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu daxuyaniyekî  nivîskî li ser qetilkirina 2 welatiyên di 6’ê Kanûnê li Geverê di encama êrişa polîsan de hatin qetil kirin de da. Tanrikulu diyar kir ku xwepêşandanên ku çûne ser goristanan û piştre daxuyaniya çapemeniyê dan şûnde, 2 kesên ku di encama êrişa polîsan de jiyana xwe ji dest dan nexweşxaneya ku birinê jî polîsan di ser de girt.

Tanrikulu wiha got: “ Di boyera li Geverê de Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir bê lêpirsîn hatine înfaz kirin û piştî ku cenaze birine nexweşxaneyê jî ji aliyê hêzên kollukên desthilatdariyê ve jî hatiye serde giritn. Nexweşxaneya Dewletê a Geverê û Beşa Lezgîn di serî de gelek beşên din yên nexweşxaneyê bombeyên gazê avêtinê û weke ku mirina du kesan ne bese kêm mabû ku nexweşan jî bikûjin.”

Tanrikulu ku diyar kir li Geverê hewildanekî weke OHAL’ê hatiye kirin wiha axivî: “ Di heman saetan de li serê din yê Tirkiyê ku Serokwezîr Erdogan li mîtinga Trakya bû bi rakirina OHAL’ê pesnên wî dihate dayîn. Tişta ku li Geverê rû da car din rexist ber çavan ka AKP’ê ji pêvajoya ‘çareseriyê’ çi fam kiriye.”

Tanrikulu daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Dîsan xwîn ket nav çareseriya AKP’ê. Pêwiste ev boyer demek ji a din pêştir bê zelal kirin û berpirsên wê bên hewaley dadgeh kirin. Wezîrê karên hindir pêwiste biçe herêmê mijarê baş lêkolîn bike û ji malbatên Îşbilir lêborîn bi xwaze.”