TCŞ: Emê bi Rêberê xwe re di Kurdistanek azad de bijîn
TCŞ: Emê bi Rêberê xwe re di Kurdistanek azad de bijîn
TCŞ: Emê bi Rêberê xwe re di Kurdistanek azad de bijîn
Tevgera Ciwanên Şoreşger salvegera komploya navnetewî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Suriyê derket şermezer kir û got; "Em ê di Kurdistanek azad de bi Rêberê xwe re bi awayekî azad bijîn.
Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi munasebeta 15'emîn salvegera komploya navnetewî ku ji aliyê hêzên navnetewî ve li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin û Ocalan ji Suriyê derket, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku komplo hate şermezarkirin û têkoşerên ku li dijî komployê jiyana xwe jidest dane hatin bibîranîn de, hate diyarkirin ku hêzên komploger xwestine di şexsê Ocalan de hêviya azadiya gelê kurd bişikînin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku van hêzan di nava 15 salan de xwestine ku bi rê û rêbazên cuda komployê bigihînin encamê, lê bi saya berxwedana dîrokî ya Ocalan, hemû êrîş vala hatine derxistin.
Di daxuyaniyê bal hat kişandin ku îspata vê yekê jî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û şoreşa 19'ê Tîrmehê tê wateya valaderxistina komployê. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku îro heman hêz dixwazin şoreşa Rojava bişikînin, lê çawa ku heta niha êrîş hatine şikandin wê ji niha û pê de jî bêne şikandin.
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Em wekî ciwanên Kurd soz didin şehîdên xwe ku emê li Kurdistaneke azad bi Rêberê xwe re bi awayekî azad bijîn. Her wiha emê tevahiya Rojhilata Navîn bigihînin aştî û azadiyê."