TCŞ û TCJŞ'ê helwesta rêveberiya Başûr şermezar kir
TCŞ û TCJŞ'ê helwesta rêveberiya Başûr şermezar kir
TCŞ û TCJŞ'ê helwesta rêveberiya Başûr şermezar kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Ciwanên Jin ên Şoreşger bi daxuyaniyekê helwesta Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya astengkirina derbasbûna Hevserokê Partîya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim şermezar kir.
Daxuyanî li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger bi beşdariya dehan ciwanan hate dayîn. Di daxuyaniyê de helwesta rêveberiya Başûr hate şermezarkirin û hate destnîşankirin ku ev helwest bi zanebûn ji aliyê dewleta Tirk û Hikûmeta Başûr û Koalîsiyona Sûriyê ve hatiye nîşandan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi vê yekê tê xwestin ku îradeya gelê kurd ê Rojava tevlî civîna Cenevreyê nebe û li şûna wê Encumana Niştîmanî Kurd li Sûriyê (ENKS) tevlî bibe.
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ciwan rê nadin tu kesî ku destkeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê têk bidin û tu carî nakevin bin bandora lîstokên li dijî berjewendiyên gelê Rojavayê Kurdistanê. Her wiha bang li ciwanan hate kirin ku li dijî van lîstokan derkevin.