Teblîxata Komîteya Amadekar a ji Barzanî re

Teblîxata Komîteya Amadekar a ji Barzanî re

Piştî di 3'ê Îlonê de Berdevkê Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê Umed Sebah daxuyanek da û di daxuyaniyê de diyar kiribû ku heyeta çûye Rojava têkildarî qetlîamê tu belge bi dest nexistine. Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, ji Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî re teblîxateke nivîskî şandibû û daxwaz kiribû ku daxuyaniya xwe ya der heqê rapora heyeta Rojava sererast bike yan na rapora esasî ya heyeta Rojava aşkera bike. Di teblîxata hat bidestxistin de wiha tê gotin, "Heyetê li Rojava bi gelê Til Hasil û Til Heranê re û li ser şerên li Qamîşlo civîn çêkiribûn. Gelê herêmê jî li ser kuştî û revandina sivîlan agahî dabûn heyetê û ev agahî di rapora heyetê de cih girtiye."

Heyeta 9 kesan a ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo qetlîama li Rojava û êrîşên li herêmê di cihê wê de bişopîne di 19' Tebaxê de derbasî Rojava bibûn. Piştî lêkolîn û lêgerînên xwe yên 4 rojan heyet vegeriyabû Herêma Federala Kurdistanê û raporek amade kiribû. Rapor hem pêşkêşî Rêveberiya KCK'ê û hem jî Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî hatibû kirin. Piştî pêşkêşkirina raporê di 3'ê Îlonê de berdevkê Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê Umed Sebah daxuyanek da û di daxuyaniyê de diyar kiribû ku heyeta çûye Rojava têkildarî qetlîamê tu belge bi dest nexistine. Li ser vê yekê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, ji Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî re teblîxateke nivîskî şandibû û daxwaz kiribû ku daxuyaniya xwe ya der heqê rapora heyeta Rojava sererast bike yan na rapora esasî ya heyeta Rojava aşkera bike.

Di teblîxata hat bidest xistin de, bi kurtasî der barê xebatên komîteyê de agahî tên nîşandan û daxwaz li ser sê xalan tên diyarkirin. 

Teblîxat bi vî awayî ye: 

Zelalkirinek ji Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd bi armanca daxuyaniya berdevkê Serokê Herêmê ya der barê nirxandina heyeta Rojavayê Kurdistanê de:

Di 3'ê Îlona 2013'an de Berdevkê Serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî der barê serdana heyeta nirxandina rewşa Rojava de belav kir. Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd piştî nirxandinê diyar kir ku pêwîst e ev daxuyanî bê zelalkirin û piştre bê belavkirin. Bi armanca gihiştina tevayî agahiyên ji bo gelê Kurdistanê, ev pirs kirin:

1- Ev heyet ku serdana Rojava kir bi armanca nirxandina rewşa Rojava bû ya di hemû alî de girtina dest bû. Ev ne tenê ji bo mijara komkujiyê bû. Ji ber hejmareke dewlet û saziyên navneteweyî ligel partiyên siyasî yên Rojava jî hebûna komkujiyê piştrast kirin. Ji bo wê jî Komîteya Amadekar pêwîst nabîne ku li ser erka lêkolînkirina komkujiyê biçe heyetekê bişîne Rojava. Li ser vê yekê heyetê li Rojava bi gelê Til Hasil û Til Heranê re û li ser şerên li Qamîşlo civîn çêkiribûn. Gelê herêmê jî li ser kuştî û revandina sivîlan agahî dabûn heyetê û ev agahî di rapora heyetê de cih girtiye. Ji ber êş û xemên Rojava daxuyanî û raporên cuda em li ser vê mijarê rast nabînin. 

2- Armanca sereke ya heyetê ku çûne Rojava ew bû ku pêdiviyên gel binirxîne û ji bo ku hikûmeta herêmê alikariyê ji wan re bişîne.

3- Heyeta Rojava ji ber nîqaşên di nav xwe de neçûne serdana bajarê Amûdê. Ji ber ku di çarçoveya karê wan de nebû. Ne ji ber ku aliyekî siyasî ji bo wan astengî derxistin neçûn.