Têketina Mereşê tê astengkirin

Têketina Mereşê tê astengkirin

Piştî ku çalakiyên bîranîna qetliam Meraşê ji aliyê Walî ve hat qedexe kirin, ketina gel a bajêr jî tê astengkirin. Polîsan kesek binçav kir, bi dehan maşîneyên ji bo bîranînê ketîn li ser rê ji ber sedema ‘ewrak kêmin’ hatin ceza kirin. Gengeşeyên li Mereşê didomin.

Çalakiya ku bi bangewaziya gelek saziya ku wê ji bo 35. Salvegea qetliama Mereşê wê bi hatiba li darxistin, ji aliyê Waliyê Mereşê ve hat qedexe kirin. Ferderesona Elewiya a Bektaşê, xwestin ku 35. Salvegera qetliama Mereşê li taxa Yoruk Selimê li ber avahiya nexweşxaneyê bi bîr bînin. Lê walî destor neda, bi daxuyaniya walî re polisên ku hatin cihê çalekiyên, bi seden kesên ku ji navçeyên Narli, Pazarcik, Elbistanê ketin ser rê ji aliyê nokteyên kontrolê ve tên asteng kirin. Girseya ku dixwazin bên cihê çalakiyê ji aliyê polîs û jandarmeyan ve tên lêgerîn kirin û ji ber sedema ‘wereqeyên kêm’ maşîneyên wan tên ceza kirin.

Mereş  jî hemû dibin abluqeya polîsan deye. Maşîneyên ku derdorê girseyê dikîşînin bajêr rastî astengiyên polîsan tên. Li nokteya kontrolê ya li navçeya Nûrhaqê kesê bi navê Haçî Beştaş bi hînçeta ku “di derbarê wî de biryara girtîne heye” polîsan kir binçavan. Li navenda Mereşê û navçeyên girêdayî wê di nokteyên heyîn de di nava girseyê û polîsan de gengeşe pêktên.

Polîs li nokteyên ku lêgerînê dikin dest nayê dayîn ku xebatkarên çapemeniyê dîmenan jî bigre.