Têkildarî êrîşa li Hewlêrê 3 kes hatin girtin

Têkildarî êrîşa li Hewlêrê 3 kes hatin girtin

Hate aşkera kirin ku, têkildarî êrîşa bombeyî ya di dawiya meha Îlonê de bajarê Hewlêr yê Başûrê Kurdistanê pêkhat, sê kes hatin girtin.

Serokê Konseya Ewlekariya Netewî ya Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê di civînek ya çapemeniyê de got: “Terorîstên ku raste rast têkiliya wan bi êrîşkirina Erbîlê re heyî hatin girtin.”

Di êrîşa bombeyî ya 29’ê Îlonê hêzên Asayîşê hedef girtibûn, 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû û zêdetirî 60 kes jî birîndar bibûn. Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ya girêdayî El Qaîdeyê girtibû ser xwe.

Midûrê Asayîşê Tarik Nûrî da diyarkirin ku, kesên hatine girtin Samîr Bekir Yûnûs, Muhemed Xelîl Kadûş û Haşim Salih in û anî ziman ku, hemû Iraqiyên ji şêniya Mûsilê ne.

Li gorî Midûrê Asayîşê , van kesan ji Kerkûkê du wesayît kirîne û birine Mûsilê. Ji vir jî bombe lêbar kirine. Midûrê Asayîşê got, dîsan van kesan çek û teqemenî ji sê xwekujan re peyda kirine. Midûrê Asayîşê da diyarkirin ku, kesê binavê Yûnûs ji van du wesayîtan yek bi qumandoyê teqandiye.

Piştî êrîşan li Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê tedbîrên ewlekariyê berfireh tên girtin.