Têkildarî jehrîbûna li Qamişloyê 4 kes hatin binçavkirin
Têkildarî jehrîbûna li Qamişloyê 4 kes hatin binçavkirin
Têkildarî jehrîbûna li Qamişloyê 4 kes hatin binçavkirin
Rêveberiya Asayîşa Qamişlo diyar kir ku, derbarê bûyera jehrîbûnê ku di encama vexwarina wîskiyê de pêk hat û 9 kesan jiyana xwe ji dest da de, 4 kes hatine binçavkirin. Asayîşê destnîşan kir ku, di çarçoveya lêkolînê de nimûneyên wîskiyan şandine cihên pêwîst.
Rêveberiya Asayîşa Qamişlo di derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de 4 kesên bi navê C.Ş., H.Ş. M.A., M.M.A.Ş, û xwediyê kargeha bi navê Muxterib a ku eraq lê tê firotin A.R. hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, ji bo ronîkirina bûyerê nimûneyên wîskiyên bi marqeyên Lord, Hourses, Blacklokoid, Viilom, Hawisol, Clanmacgrorg û Araq Alandalb ên ku li kargeh û malên welatiyên jiyana xwe ji dest dane hatine dîtin, ji bo tehlîlê radestî labaratuwarên krimînal hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, gumanek pir mezin heye ku di nava eraqan de jehir heye, lewre jî heta ronîkirina bûyerê, firotina van marqeyan hatiye qedexekirin û hişyarî ji bo welatiyan hate kirin ku heta ronîkirina bûyerê van marqeyan bikar neyînin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, lêkolîna derbarê mijarê de ji aliyê Asayîşê ve bi hevkariya Meclîsa Tenduristiyê dom dike.