Têkildarî projeya PYD'ê hevdîtin didomin

Têkildarî projeya PYD'ê hevdîtin didomin

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), di çarçoveya pêngava duyemîn a li ser rêveberiya herêmî ya demkî û guftûgokirina projeya xwe ya têkildarî mijarê de, bi partiyên Kurd re hevdîtin pêk anîn.

Hevdîtin îro li bajarê Qamişlo bi rêveberên Partiya Çep a Kurd û Partiya Pêşverû re pêk hatin. Hevdîtina yekemîn li avahiya PYD'ê ya Qamişlo bi Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mehemedê Musê re pêk hat. Di hevdîtinê de Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed jî amade bûn.

Hevdîtina duyemîn jî li avahiya Partiya Pêşverû ya li Qamişlo bi rêveberên Pêşverû Ehmed Silêman û Selman Huso re hate kirin. Di vê hevdîtinê de jî Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed amade bûn.

Di her du hevdîtinên ku ji çapemeniyê re girtî hatin çêkirin de, li ser projeya PYD'ê ya rêveberiya herêmê ya demkî gotûbêj hatin kirin.

PYD'ê demek beriya niha ji bo rêveberiya herêmî ya demkî projeyek ji 10 xalan pêk tê amade kiribû û pêşkêşî pêkhateyên Kurd, Ereb, Sûryanî, Asûr û derdorên baweriyan kiribû. Piştî ku ev proje bi erênî hate pêşwazîkirin rayedarên PYD'ê çend roj beriya niha bi daxuyaniyekê diyar kiribûn ku ew di xebatên avakirina rêveberiya demkî de derbasî asta duyemîn bûne û dê li gorî vê hevdîtinan pêk bînin.

Di projeyê tê hedefkirin ku ji hemû pêkhateyên herêmê rêveberiyek demkî bê avakirin û di nava 6 mehan de jî hilbijartin pêk werin.