Têkildarî qetilkirina 7 gerîlayên HPG’ê lêkolîn tê berfireh kirin

Têkildarî qetilkirina 7 gerîlayên HPG’ê lêkolîn tê berfireh kirin

Di lêpirsîna ku têkildarî 7 gerîlayên HPG’ê ên di pevçûna sala 2011’an li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabûn de, 2’mî Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Artêşê ya Meletiyê îtîraza biryara “neşopandinê” nirxand, biryar da ku ji bo qinetek wijdanî çêbibe dê lêkolînê berfireh bikin.

27’ê Nîsana 2011’an de li bejahiya navçeya Pilemûr ya Dêrsimê di pevçûnekê de gerîlayên HPG’ê Serhat Başalak, Kenan Taş, Ercan Veske, Hakan Gem, Ugur Utanç, Şêxmûs Alak û Şahabetîn Can di encama çekên kîmyewî ên artêşa Tirk de hatin qetilkirin.

Ji gerîlayên HPG’ê malbata gerîla Şêxmûs Alak û Ugur Utanç piştî pevçûnan bi rêya parêzeran li Serdozgeriya Komarê ya Erziromê serlêdana sûc kirin û dane diyarkirin ku, zarokên wan bi çekên kîmyewî hatine kuştin û îşkence li termên wan kirine. Serdozgeriya Komarê ya Erziromê biryara bêpeywiriyê da û dosya ji 8’mîn Fermandariya Kolordu ya Dozgeriya Leşkerî re şand.

Dozgeriyê ji ber ku Dozgeriya Erziromê di derbarê otopsiya maktulan de hûrkolîna kîmyewî û tokîkolojiyê kiribû, bêy ku careke din hûrkolînan bike bihinceta ku delîl tune ne biryara “neşopandinê” dabû.

Li ser îtîraza parêzeran 2’mîn Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Artêşê kombû û da diyarkirin ku, îtîraz ji aliyê dadgehê ve nehate qebûlkirin lê belê ji bo qineta wijdanî çêbibe biryara “Bi armanca dozgeriya leşkerî careke din nirxandinekê bike, bi hemû dengan biryara berfirehkirina lêpirsînê daye” girt.