Tekîn: Dixwazin pêvajoya Îmraliyê vebiguherînin operasyona psîkolojîk

Tekîn: Dixwazin pêvajoya Îmraliyê vebiguherînin operasyona psîkolojîk

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Bozan Tekîn bal kişand ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan hewl dide ku heta şandeya BDP’ê ku dê biçe Îmraliyê bi xwe diyar bike û got: “Kurdan bi xwe weke aliyekê nabîne”. Tekîn destnîşan kir ku hukûmeta AKP’ê bi nêzîkatiya “Bila her kes bê deng bibe, bila tenê AKP’yî biaxivin” dixwaze pêvajoya Îmraliyê vebiguherîne operasyonên psîkolojîk.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Botan Tekîn bersiv da pirsên ji servîsa Tirkî ya ANF’ê Demhat Tohildan ên derbarê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku di encama wê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû girtin û radestê Tirkiyeyê hatibû kirin û pêvajoya hevdîtinên li Îmaliyê.

Tekîn binê wê yekê xet kir ku dewleta Tirk ji bo çareseriyê tu pêngavek neavêtiye û got: “Erdogan tiştek ku li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin û nayê dîtin jî dixwaze li ser Kurdan ferz bike. Dibêje ‘em ê şandeya we jî diyar bikin’. Ger evane hemû li holê bin, em dikarin qala kîjan çareserî, kîjan pêngav û kîjan niyeta baş bikin.”

Tekîn bal kişand bendewariya ku Erdogan û desthilatiya wî AKP bi hevdîtinên li Îmraliyê di nava raya giştî de çêdike û operasyonên berdewam dikin. Tekîn bi bîr xist ku ji 27’ê tîrmeha 2011 ve tecrîdeke girankirî li ser Ocalan heye û got: “Li gel hemû bangên ji bo rakirina tecrîdê hukûmeta mêtînger a AKP’ê bersiveke nerênî daye. Lê di carekê de serokwezîr bi xwe musteşarê xwe şande ba Rêber Apo"

Tekîn bal kişand ser sedemên destpêkirina hevdîtinên li Îmraliyê û diyar kir ku sedemên girîng ên vê hevdîtinê berxwedana Ocalan a lihemberî tecrîdê û helwesta gelê Kurd û got: “Ya duwemîn jî dewleta Tirk xwes di salên 2011-2012 de li ser esasê modela Srî Lankayê gerîlayan tasfiye bike. Ev hesabê dewleta Tirk bi pêvajoya gerîlayan a ku bi çalakiya fedayî ya heval Êrîş û Andok pêk hat û çalakiyên din ên gerîlayan ên li qadên cûda, hate pûçkirin.”

AKP’YA KET PANÎKÊ DEST BI HEVDÎTINAN KIR

Tekîn bal kişand ser sedema sêyemîn jî û destnîşan kir ku hukûmeta AKP’ê xwest bi êrîşên siyasî siyaseta Kurdan biperçiqîne , di vê çarçoveyê de derdora 10 hezar welatparêz girt û bal kişand ku li hemberî vê jî gelê Kurdistanê dest ji çalakiyên xwe bernedaye. Tekîn got: “A herî girîng jî pêvajoya nû ya bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li Rojavayê Kurdistanê re dest pê kir bû. Li gelhemû hewldanên mêtîngeriya Tirk, muxalefeta Sûriyeyê û rejîmê gelê Kurd li Rojava şoreş pêk aniye û ber bi sîstema xweseriya demokratîk ve pêngav avêtiye. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê plan û hesabên dewleta AKP’ê careke din derbeyeke mirinê xwariye.” Tekîn bal kişand ser êrîşên komên çete yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên rastekirin û got: “Yên ku li Heleb, Efrîn û herî dawî li Serêkaniyê êrîş kirin ne komên çete ne, dewleta Tirk a mêtngere. Yê ku rêbertiya vê yekê dike R.T. Erdogan bi xwe ye.” Tekîn destnîşan kir ku AKP’ya bi taybet li hemberî grevên birçîbûnê yên ku ket panîkê û dest bi hevdîtina kir.

BERPIRSÊ KOMKUJIYA PARÎSÊ ERDOGAN BI XWE YE

Tekîn bal kişand ser komkujiya li Parîsê ku di encamê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin û got: “Hemû agahî û dane, daxuyaniyên Recep Tayyip Erdogan, M.Alî Şahîn û Huseyin Çelîk û Omer Guney ve hatine dayin nîşan didin ku berpirsê vê bûyerê Recep Tayyip Erdogan bi xwe ye. “

 ‘Botan Tekîn bal kişand ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan hewl dide ku heta şandeya BDP’ê ku dê biçe Îmraliyê bi xwe diyar bike û got: “Kurdan bi xwe weke aliyekê nabîne”. Tekîn destnîşan kir ku hukûmeta AKP’ê bi nêzîkatiya “Bila her kes bê deng bibe, bila tenê AKP’yî biaxivin” dixwaze pêvajoya Îmraliyê vebiguherîne operasyonên psîkolojîk.

Bozan Tekîn bal kişand ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku di encama wê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû girtin û radestê Tirkiyeyê hatibû kirin û destnîşan kir ku komploya ku dikeve sala 15’emîn bi temamî bê bandor nebûye û banga xurtkirina alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê kir.

Tekîn bal kişand ku her çendî di hedefa komploya navneteweyîde Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd hebû, lê vîna azad a gelên din ên herêmê Tirk, Fars, Ereb, Ermenî û Asurî kirine hedef û bang li hemû gelên herêmê kir ku tevî gelê Kurd komploya navneteweyî protesto bikin.