Têkoşîna 15 sal berê ya li Amanosan

Têkoşîna 15 sal berê ya li Amanosan

15 sal berê Tevgera Azadiya Kurd ji bo ku têkoşîna xwe li tevahiya Tirkiyeyê belav bike gerîlayên xwe li her derê Tirkiyeyê bi cih kir. Ji vana yek jî çiyayên Amanosê bû. Gerîlayên ku 15 sal berê li Amanosan bûn dê serpêhatiyên xwe binivîsînin

Komên gerîlayan ên ku li Amanosan jiyane, di nava salekî de li bejahiya Hatay, Osmaniye, Erzirom, Islahiye û Dortyolê dê tiştên ku jiyane binivîsînin.

Di wê demê de gerîlayên ku bi saxî hatin girtin û hatin înfazkirin, di şer de gerîlayên ku ji komê veqetiyan û 42 rojan li çiyayên Amanosê geriyan, girtiyen ku wê demê ji girtîgeha Îskenderûnê firar kirin û tevli refên gerîlayan bûn û di wê demê de dîsa ji herêmê reviyan Şemdîn Sakik û bi gelemperî di wê demê de tiştên ku hatine jiyîn bi vegotina gerîlayan dê derkevin holê.

Çiyayên Amanosê aliyek digihîje sînorê herêma Keldaga Sûriyeyê, aliyekî wan jî digihîje navçeya Bahçe ya Osmaniyeyê û navçeyên Islahiye û Nurdaga Dîlokê. Bi giştî çiyayên Amanosê ji Gurgumê heta Derya Reş diçin. Her wiha daristanên çiyayên Amanosê û jeolojîka wê jî ji aliyê jiyanê ve pir girîng e. Di dîrokê de jî qewmên Hîtît, Asur, Pers, Roma, Bîzans, Ereb, Selçukî û Memlukî, li derdora çiyayên Amanosan jiyane. Çiyayên Amanosan di nava gel de wekî çiyayên Gawur tên binavkirin. Mirov dikare li çiyayên Amanosê her cureyên jiyanê bibîne. Li çiyayên Amanosê xezal, bizina çiya û beraz gelek in. Di wê demê de Zozanî ji wê herêmê hatine derxistin. Lê gundiyên ku li bejahiyê man, çêlekên wan niha jî di nava ahenga xwezayî de dijîn. Tê gotin ku hin zinarên Amanosan hene ku mirov qet neçûne ser.

GIRÎNGIYA AMANOSÊ

Piştî stratejiya PKK’ê ku gerîlayan li tevahiya Tirkiyeyê belav kir komên gerîlayan di sala 1992 û 94’an de şand çiyayên Amanosê. Piştî ku li Amanosan jî komên gerîlayan tên dîtin, dewlet bi hemû hêza xwe giraniyê dide herêma çiyayê Amanosê. Piştî çalakiyên gerîlayan, li Hatay, Osmaniye û Gurgumê pêk hat cerdevan, yekîneyên leşkerî yên taybet û tîmên polîsan hat şandin û li herêmê pêşiya rêxistinbûyîna MHP’ê hat vekirin. Armanca wan ew bû ku piştgiriya gel ji gerîlayan bibirin û gerîlayan ji çiyayê Amanosê derbixin. Ji ber ku hedefa gerîlayan çalakiyên mezin bûn û dê gerîlayan bi van çalakiyên xwe ji çiyayên Amanosê bigihîştana heta Derya Spî û Derya Reş û ew ê şer wekî li herêma Botanê li vir jî dijwar bibûya û dê gelê Tirkiyeyê rastiya gerîlayan ji nêz ve fêm bikira. Waliyê Hatayê Mehmet Celaletîn Lekesîz, Midûrê Ewlehiya Navendê Kagip Kiliç û Serfermandarê Leşkeriyê Mustafa Başoglu di 17’ê sibata 2013’an de daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku tenê di sala 2012’an de li hemberî PKK’ê 186 operasyonên leşkerî pêk hatine. Vê daxuyaniyê dida xuyakirin ku heta niha dest ji operasyonan bernedane.

Piştî ku gerîla li çiyayê Amanosê bi cih bûn pevçûn û operasyon herî zêde di salên 1997 û 98’an de pêk hatin. Carna operasyonan bi rojan berdewam dikirin. Cihên ku gerîla bi cih dibûn dihatin tesbîtkirin û bi rêk û pêk ji aliyê yekîneyên leşkerî ve bi maşîneyên zirxî, helîkopteran û bi tevlibûna cerdevan û tîmên taybet ve operasyonên leşkerî pêk dihatin.

Carna ji herdu aliyan jî windahî çêdibûn. Di sala 1997’an de li Amanosan di bin fermandariya Apê Haydar de yekîneyên gerîlayan hatin avakirin. Di nava yekîneyên gerîlayan de ji bilî ciwanên kurdistanî, ciwanên tirk ên ji herêmên Karaman û Kastamonê jî hebûn. Piştî demek şûnde ji akademiyên din gelek gerîla hatin herêmê û 3 mangayan ava kirin û mangaya herî biçûk ji bo pêşiya cerdevaniyê bigire, têkiliyên nû deyne, şervanên nû tevli refên gerîla bike û ji gerîlayan re piştgiriya lojîstik ava bike xebatan dan meşandin. Gerîlayên ku li çiyayên Amanosê bi cih bûn hemû jî bi tecrube bûn. Mînaka vê yekê jî Kendal (Suleyman Bariş) bû, demek dirêj li herêma Botan, Cûdî û Gabarê gerîlatî kiribû û her wiha alîkarê Murat Karayilan bû. Dema ku di sala 1996’an de bi fermana Serokwezîra Tirkiyeyê Tansu Çîller li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Şamê sûîqest pêk hat Kendal jî li wê derê bû.

Di sala 1997’an de gerîlayên ku bi tecrûbe bûn, di herêmê de cih girtin û şervanên nû amade dikirin û di herêmê de bi cih dikirin. Gerîlayên bi tecrube ji şervanên nû re perwerdeya teorîk û leşkerî didan.

Li çiyayê Şernêkîrîn ji ber ku av û cihê starbûnê tunebû ji bo gerîlayan û leşkeran cihekî baş nebû. Ji ber wê jî di nava gerîlayan de navê cihê ku şer li wir nayê kirin dihat gotin. Li ser vê girikê heta meha biharê dihat sekinandin û pêwîstiya xwe ya avê jî bi berfê pêk dianîn.