Têkoşîna nû- M. Emîn Yildirim

Têkoşîna nû- M. Emîn Yildirim

“Yên ku nikaribin ruhê demê bixwînin dê herin sergoyê dîrokê. Yên ku li hember herikîna avê rawestin dê herin terîşê.”

A.Ocalan

Di van 30 salên dawî de gelê kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bi xwendina ruhê demê re guherîn pêk anî û her çû mezintir bû.

Guherîn hêza jiyanê ye. Yên guherînan li gorî ruhê demê pêk tînin dibin xwedî gotin. Her wiha her guherîn nayê wateya ku ber bi başiyê ve diçe. Guherîn heke ne rojeva kesê guherînê pêk tîne, yanî ji aliyê hin hêzên din ketiye rojeva wan dê serkeftinê nîne.

Lê Tevgera Azadiya Kurdistanê bi her guherînê re mezintir bûye. Her guherîn li gorî rojeva xwe pêk aniye. Bi vê guherînê re jî dê mezintir bibe. Ji ber ku amadekariyên vê guherînê jî ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi salan hatiye kirin û bi cîldan parêzname nivîsandiye. Jixwe di diyalekta guherînê de dawî lêanîn tune, veguherîna destpêkek nû heye.

Birêz Ocalan di Newroza îsal de serdemeke nû û pêvajoyek dîrokî da destpêkirin. Li ser peyamên birêz Ocalan gelek tişt hatin nivîsîn û gotin. Ez dixwazim çend gotinên birêz Ocalan careke din bi we re parve bikim.

“… Ev ne dawî ye, destpêkeke nû ye. Ev ne devberdana têkoşînê ye destpêkirina têkoşînek cuda ya nû ye…

Hîmê têkoşîna nû, fikir, raman, bîrdozî û siyaseta demokratîk e…

Ji serdema berxwedana çekdariyê de, derî li pêvajoya demokratîk vedibe. Pêvajoya ku bi giranî ji siyasî, ji civakî, û ji aboriyê pêk tê, destpê dike. Feraseta ku mafên demokratîk, azadî û wekheviyê esas digire pêş bikeve…

Dem ne dema îxtîlaf, şer û pevçûnan e, dem dema tifaq, hevkarî û hevdû hembêzkirin û helalkirinê ye…”

Ji van peyaman hem xetên têkoşîna nû hem jî girîngiya yekitiyê bi zelalî xuya dikin.

Têkoşîn bi rengekî nû berdewam dike.Jixwe hêzên beranberî gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê devji têkoşînê bernedane. Piştî daxuyaniya birêz Ocalan, serşêwirmendê serokwezîr Yalçin Akdogan di bernameyeke televîzyonekî de digot ku têkoşîna wan a beranberî vê zîhniyetê bi dawî nabe, çareserî pêşbikeve jî dê dîsa têkoşîna xwe ya beranberî van hêzan berdewam bikin.

Divê têkoşîna me ya nû jî beranberî desthilatdariyê bi awayekî xurtir berdewam bike. Ji bo avakirina civaka polîtîk û exlaqî têkoşîna xwe dewlemendtir bikin. Diyardeya dewlet û desthilatdariyê ku li ser pergala şaristaniyê pêşketiye pirsgirêk, zext û zordariyên afirandine tên zanîn. Di dîrokê de mînakên vê yekê di şoreşên fransî, rûs û gelekên din de tê xuyakirin. Ev şoreşina ji ber ku çareserî ji desthilatdarî, zorî û dewletê re nedîtibûn, berovajî îdealên xwe tevgeriyan û bûn mezhebek pergala şaristaniyê. Birêz Ocalan li ser vê rewşê bi cîldan pirtûk nivîsandine û rêxistinkirina civakê ya derî dewletê esas girtiye.. Takekes û civaka ku bi vî rengî xwe rêxistin kiribe, tu hêz nikare wan teslîm bigire. Birêz Ocalan projeyên bi pergala konfederal a demokratîk ku her kes bi awayekî azad dikare têde bijî pêşxist. Qada têkoşînê ku van projeyan pêk bîne bêguman siyaseta demokratîk e.

Divê em ji her demê zêdetir serê xwe li ser siyaseta demokratîk biêşînin û her qada jiyanê bi rêxistin bikin. Encax bivê yekê em dikarin, civakî polîtîk û exlaqî ava bikin. Pêvajoyek dijwar, zor û zehmetî û ewqas afirîneriyê dixwaze li pêş me ye.

-Azadiya Welat