Televîzyona dewletê ya Sûriye li rastî êrîşê hat

Televîzyona dewletê ya Sûriye li rastî êrîşê hat

Komên çekdar yên bi piştgiriya rojava û Enqereyê xebatan dimeşîin di rojê berê de mîlîsên alîgirên rejîmê dîl girtibûn û înfaz kiribûn û dîmenên înfazê rastî bertekan hatibû. Komên çekdar îro jî li bajarê mezin yê duyemîn yê Suriyeyê Helebê êrîşê televîzyona dewletê kir.

Çavdêrîxaneya Mafê Mirovan a Suriyeyê ku navenda wê l Londonê ye (SÎHG) û ajansa nûçeyan a fermî ya Suriyeyê Sana diyar kirin ku komên çekdar li Helebê êrîşê televîzyona dewletê kiriye.

Li gorî Sanayê terorîstan êrîşê avahî û sîvîlan kiriye lê leşkeran avahî parastiye. Televîzyona fermî jî diyar kir ku hin kes di êrîşê de mirine û hin jî birîndar bûne.

Çapemeniya rojava jî diyar kir ku li taxên Selahaddîn û Seyf El Dawla ya rojavayê Helebê îro pevçûnên dijwar diqewimin û her wiha got ku nîvê bajar hatiye desteserkirin.

Çavkaniyên rojava destnîşan dikin ku ji adara 2011’an heta niha li Suriyeyê 20 hezar kes mirine. Li Suriyeyê jî wekî Lîbyayê kampanyaya manîpulasyon û dezenformasyonekê tê meşadin.