Telîbana herî kêm 22 kamyonên NATO’yê îmha kirin

Telîbana herî kêm 22 kamyonên NATO’yê îmha kirin

Di êrîşa bombeyî ya li bakûrê Efxanîstanê de 22 kamyonên îkmal ji NATO’yê re tedarîk dikirin hatin îmha kirin. Rêxistina Telîbana êrîş girte ser xwe.

Alîkarê waliyê eyaleta Samanganê Gulam Sakhî Baglanî di daxuyaniya dayî AFP’ê de ragihand ku, şewata ku piştî teqînê rû dayî, di nîva şevê de belavî wesayîtên li qada parkê rawestabûn ket. Kamyonên hatin îmha kirin, kamyonên ji Ozbekîstanê dihatin diçûn başûrê Efxanîstanê. Alîkarê walî aşkera kir ku, di êrîşê de 22 kamyon hatine îmha kirin û 3 ajovan jî birîndar bûne.

Hêza NATO ya li Efxanîstanê ISAF’ê jî aşkera kir ku, di êrîşa bombeyî de 24 kamyon hatine îmhakirin. Lê belê di derbarê kamyonên hatine îmhakirin de ka yên aydê şîrketên herêmê yên wanin yan na, agahî nedan.

ISAF’ê ji ber sedema ku her car ev kamyonên îkmal ji hêzên NATO re tedarîk dikin dibin hedefa êrîşa, di van salên dawî de ji dervey Pakîsatnê rêyên alternatîv yên navend Asya û bakûrê Efxanîstanê bikar tîne.