'Tenduristiya Serok Apo tenduristiya civakê ye'
'Tenduristiya Serok Apo tenduristiya civakê ye'
'Tenduristiya Serok Apo tenduristiya civakê ye'
Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistan ku ji aliyê Komîteya Tertîp a Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê ve pêk hat, bi encamnameya kongreyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hate daxuyandin ku tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a civakê ye û wiha hate gotin: “Di kesayeta Serok Apo de a tê ser zimên nirxên civakê yên polîtîk û sincî ne.”
Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistan ku ji aliyê Komîteya Tertîp a Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê ve hate li darxistin û bi malovaniya Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê pêk hate bi encamnameya kongreyê bi dawî bû. Piştî ku ji Rojava, Herêma Federal a Kurdistanê û ji bajarên herêmê 111 delege beşdarî kongreyê bûn û ji Îranê 10, ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem 10, ji Rojava 9 û ji Ewropa 10 delege ku dihat payîn beşdarî kongreyê bibin ji ber astengiyan li gel ku beşdar nebûn jî kongre di roja duyemîn de piştî nîqaş û biryar hatin girtin, Meclîsa Kongreya Tenduristiyê ya Kurdîstanê ya ji 51 pêk tê hate avakirin. Endamên meclîsê li gorî hereman ji heremê 15 kes, Rojava 9, Herema Federal a Kurdîstanê 12, Rojhelat 5, Mexmur 5 û Ewropa 5 kes hatin hilbijartin. Piştî van biryar û avakirina meclîsê encamnameya kongreyê hate amadekirin.
Encamnme bi zimanê kurdî û tirkî hate xwendin. Ewil encamname bi kurdî ji aliyê Dr. Salih Mustefa ku ji Herema Federal a Kurdîstanê tevlî kongreyê bû hate xwendin. Mustefa, diyar kir ku Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê bi armanca ragihandina bilindbûna şaristaniya xwe ya li Mezopotamyayê di 5-6’ê Kewçêra 2013’an de li Êlihê bi tevlibûna 111 delegeyan û bi sedan xebatkarên tenduristiyê û bi dirûşma “Azadî û tenduristî yeke, ji hev naqete” hatiye li darxistin û got ku di kesayeta xebatkarên tenduristiyê Xebat Fermî û Suleyman Atiya yên di vê oxirê de di 15’ê Tebaxa 2013’an de ku li Rojava şehîd ketine hat lidar xistin. Mustefa, ev tişt got: “Kongreya me 29’ê îlona 2013’an de teqîna li Hewlêrê pêkhatiye şermezar dike, hevalekî me yê xebatkarê tenduristiyê şehid ket û çar hevalên din jî birindar bûn, hevalên şehid bi bîr tînin û ji hevalên birindar re şifayê dixwazin . Em hêviyên xwe ji Serok Mam Celal re ku di demeke nêz de bi tendurist be dişînin. Kongreya me ligel esasgirtina gelê Kurdistane rewşa navnetewehiyê jî ji bîr nake. Bi vê feraset û çarçoveyê pêşniyazên li jêr bi yek dengî hatine pejirandin û kongre bi dawî bû.”
Mustefa, bal kişand ser naveroka kongreyê û destnîşan kir ku kongreya wan bi biryargirtina 7 pêşniyaran hatiye girtin û pêşniyaran wiha rêz kir:
“Divê em li bidestxistinên Şoreşa Rojava yên heya niha xwedî derkevin, polîtîkayên li dijberî Rojava teşhîr bikin, bi gelê me yê Rojava re bi têkoşînek hevpar hestên yekbûyîna neteweyî bilind bikin. A herî girîng em wek hevkarên kongreya tenduristiyê ya kurdistanê ji bo rakirina ambargoya li ser derman, navgînên tibê û xwarinê ku qet di zagonên navnetewehî de jî cih nagire, biryara xebatên çalakiyên cihî,herêmî netewî û navnetewehî digirin.
Tenduristiya Serok Apo tenduristiya civakê ye, di kesayeta Serok Apo de a tê ser zimên nirxên civakê yên polîtîk û sincî ne. Di serî de li qada tirkiyê, rojhilatanavîn û cihanê de ji bo pratîkkirina paradîgmaya çareseriyê ya xetimandina aborî-polîtik û siyasî cihekî jiyanî digire. Hevkarên Kongreya tenduristiya netewî, di vê pêvajoya dîrokî de tenduristî, ewlehî û azadiya Serok Apo bi awayekî jêneger girîng dibîne.
DI VÎ WARÎ DE XEBATÊN HERÊMÎ, NETEWÎ Û NAVNETEWÎ DIMEŞÎNE
Hevkarên Kongreyê biryar girt ku ji bo biryara avahîkirina nexweşxanê ya ji hêla konferansa tenduristiyê ya Mexmûrê hatiye girtin, bi awayekî seferberî çavkaniyên daringî-arişî bi cih bînin
Ji pêşerojê heta îro dînamîzma ciwanan ya di pêvajoyên şoreşî de, di paradîgmaya nû ya avakirina tenduristiyê de jî diyarkir e. Ji bo vê yekê hevkarên Kongreyê da ku xebatên xwendekaran veqelibe xebatên netewî biryar girt ku konferansa xwendekarên tenduristiyê ya netewî di nav salekî de bicivin.
Kongreya me ji bo xebatên serdema pêş me de bên meşandin, biryara avakirina meclisa ku ji 51 kesî pêk were digire.
Di nav meclîsa ku hatiye hilbijartin de biryara avakirina komisyona jinan digire, dinav xebatên vê komîsyonê de biryara bi feraseta jin a azadîxwaz meşandin û şopandina xebatan digire
Têgihiştina tenduristiyê ya modernîteya kapîtalîst, tegihiştineke ku danserhevên civakê derdike û qabiliyetên civakê bidest dixe. Zanîna tenduristiya civakî bi rêya jinan derbasî jenerasyonên nû dibû. Jı bo vê yekê biryarê digire ku bigehe kesên xwedî van zanîna tenduristiya civakî û zanînên wan derbixe holê û bide jiyankirin.”