Tenduristiya Tokçu her diçe xeter dibe

Tenduristiya Tokçu her diçe xeter dibe

Li Geverê polîsan mûdaxaleyên meresîma cenazeyê Mehmet Reşît Îşbilîr û Veysel Îşbîlir kiribû û di mûdaxaleya polîsan de Bêmal Tokçu yê 25 salî bi giranî birîndar bûbu. Doktoran diyar kir ku tenduristiya Topçu xetertir dibe.

Li navçeya Gevera Colemêrgê welatiyê bi navê Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr dema ku êrişa li dijî gorên HPG'ê protesto dikir bi guleyên polîsên taybet jiyana xwe ji dest dan. Duh di merasima cenazeyên Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr de polîsan mûdaxaleyên merasiman cenazeyan kir, di mûdaxaleya polîsan de welatiyê 25 salî Bêmal Tokçû giran birîndarbû rewşa tokçû dibin xeteriyê deye. Tokçû ku birîndar bû anîn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil ê û li vir girtin emeliyatê piştî emeliyatê beşa lênêrînê.

 Li gorî agahiyên ku ji xizmên Tokçû Abdulkerîm kaya ji bijîjkan girtiyê, li ser mêjiyê Tokçû parçeyê guleyan heye beşek mêjiyê wî hatî parçekirin. Bijîjkan diyar kir ye ku ji ber parçeyên metalan yên li ser mêjû nikarin mûdaxale pêwist bikin. Rewşa Tokçû ya tendirûstiyê dibin xeteriyê deye.