'Tengasiya Tirkiyeyê, firsenda Kurdan e'

'Tengasiya Tirkiyeyê, firsenda Kurdan e'

Rojnameya The Jeruselam Post bal kişand ku di van salên dawiyê de şerê herî dijwar li Kurdistanê diqewmin. Rojnemayê destnîşan kir ku Tirkiye di nava krîzek kûr a Sûriyeyê de ye û got; “Firsenda Tirkiyeyê, firsenda Kurdan e”

Di nûçe-şîroveya bi îmzeya Jonathan Spyer di rojnameya The Jeruselam Post a ku li Îsraîlê weşanê dike de hat weşandin de bal kişand ser şer û pevçûnên li Kurdistanê yên di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de. Rojnameyê diyar kir ku Serfermandariya Artêşa Tirk îdîa kir ku di nava 5 mehan de 88 leşker û 373 milîtanên PKK’yî hatine kuştin û PKK’ê jî da diyarkirin ku di van 5 mehên dawiyê de 1035 leşker hatine kuştin û 101 şervanên PKK’ê jiyana xwe ji dest dane. Syper di nivîsa xwe de ragihand ku rayedarên Tirk organên gerîlayên jiyana xwe ji dest didin jî difiroşe.

Syper dre barê van pevçûnan de wiha got; “Encanma van pevçûnan çawa be jî, lê ji roja girtina damezrêner û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1999’an de hat girtin û vir ve, şerê herî dijwar û bi xwîn li herêmê diqewime.”

Syper di nivîsa xwe de cih da bersivên ji çavkavniyên Kurd û Tirk ên der barê pirsa “Çima pevçûn dijwar bûn.”

Syper diyar kir ku rayedarên Tirk ji bo pirsa “Çima şer dijwar bû” li Sûriyeyê li bersivekê digerin û got; “Enqere îdîa dike ku îtîfaqa ku di navbera rêxistinê û rejîma Esad de ji nû ve geş bûye.

Rojnameyê bal kişand ku têkiliya baş a Enqere-Şam-Tehranê, ya beriya destpêkirina şerê li Sûriyeyê, piştî Tirkiyeyê desteka leşkerî û siyasî da muxalîfên li hemberî rejîma Esad xirab bûn. Syper nivîsand ku li Rojavayê Kurdistanê hin bajar bi awayeke aşitiyane ketine destê Kurdan û diyar kir ku Tirkiyeyê vê yekê weke nêzîkîhevbûna PKK û rejîma Esad bi nav kir.

Seyper da zanîn jêder û çavkaniyên Kurdan van îdîayan red kirin û wiha nivîsand:

“Balê dikişînin ser şerê dijwar ê ku van demên dawiyê di navbera milîtanên PYD’ê û yekîneyên artêşa rejîma Sûriyeyê de. Di vê hefteyê de li taxa Şêx Meqsûd a Helebê 3 leşkerên artêşa Sûriyeyê ji aliyê milîtanên PYD’ê ve hatin kuştin. Li gorî çapemeniya Kurdan ev êrîşa li hemberî artêşat Sûriyeyê li dijî êrîşa rejîma Esad ku têde 21 Kurd hatin kuştin, pêk hat.”

Li hemberî vê yekê rêberên PYD’ê da bi aşkereyî ragihandin ku ew bi temamî li hemberî mudaxeleya Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê ne. Rêberê PKK’ê Mûrat Karayilan jî got ku ew ê li hemberî hemû hewlandanên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdên li bakûrê Sûriyeyê li ber xwe bidin. Çavkaniyên nêzî PKK’ê didin zanîn ku ev helwest ji bazara bi rejîma Esad re zêdetir, PKK li hemberî êrîşên Tirkiyeyê ji bo parastina Kurdên Sûriyeyê bi biryar e. Bi heman awayî, Kurd diyar dikin ku rejîma Esad çekan dide eşîretên li rojhilatê bakûrê Sûriye yên li hemberî rêveberiya xweser a Kurdan.”

Syper di nivîsa xwe de bal kişand ser pirsa “Çima pevçûn dijwar bûn” û berisva Kurdan li hemberî vê yekê vegot.

Syper got; “Çavkaniyên Kurd, didin diyarkirin ku sedema nûbûna têkoşîna li başûrê rojavayê Tirkiyeyê ew e ku Tirkiye bersiveke erênî dane daxwazên Kurdan. Qanûnên cûdakar, redkirina mafên Kurdan ên temsîlê û perwerdehiya zarokan a bi zimanê zikmakî weke sedemên berdewamkirina pevçûnên li herêmê destnîşan dikin.

Syper îdîa kir ku rejîma Esad bi koordînasyona bi Kurdan re ji hin herêmên li bakûrê Sûriyeyê vekişiyaye û got; “Lê dibe ev ji bazirganiyeke stratejîk zêdetir, ji bo berjewendiyên demî hatibe kirin.”

Syper da zanîn ku Esad û bavê wî 40 salan li hemberî Kurdan polîtîkayeke dijwar û tund pêk anî û got; “Ev mîras û hesab nehatiye jibîrkirin. Tu guman tune ye ku Esad li heman tiştên berê venegere.”

Syper got; “Tengasiya Tirkiyeyê firsenda Kurdan e” û diyar kir ku Enqere niha di nava krîzek kûr a Sûriyeyê de ye. Syper ev şîrove kir; “Tirkiye li ser sînorê başûrê rojhilat, bi dibitiya şereke navxweyî re rû bi rû ye. Pirsgirêkek a penaberan heye. Tirkiyeyê li hemberî Esad hêviya xwe bi serkeftina serhildêran ve girêdane, lê ev serkeftin nêzîk naxuyê.”