TEV-DEM: Bila Cejna Qurbanê bibe cejna azadî û aştiyê
TEV-DEM: Bila Cejna Qurbanê bibe cejna azadî û aştiyê
TEV-DEM: Bila Cejna Qurbanê bibe cejna azadî û aştiyê
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi munasebeta Cejna Qurbanê daxuyaniyek nivskî weşand. TEV-DEM Cejna Qurbanê li hemû malbatên şehîdan, gelê kurd, gelê Sûriyê û hemû alema îslamî pîroz kir. TEV-DEM bang kir ku cejna îsal bibe cejna azadî, aştî û demokrasiya li Sûriyê.
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî Cejna Qurbanê ku dê sibe ji aliyê hemû cîhana Mislman ve bê pîrozkirin daxuyaniyek nivskî weşand. TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de Cejna Qurbanê li hemû malbatên Şehîdên ku canê xwe ji bo azadiya Kuridistanê û Rojava dan pîroz kir. Di daxuyaniyê de Cejna Qurbanê li hemû alema îslamî hate pîrozkirin û ev tişt hate gotin: ‘‘ Em hêvî dikin ku Cejna Qurbanê ya îsal bibe cejna Aştî, biratî, jiyana hevbeş û dawî anîna li tundî û şidete li herêmê.’’
Di berdewama daxuyaniyê de Cejna Qurbanê li hemû gelê Sûriyê hate pîrozkirin û ev tiş hatin gotin: ‘‘Em hêvî dikin ku li seranserî Sûriyê gel di nava demokrasî û azadiyê de bijîn. Her kesek mafê xwe yê rewa bi destbixe û rûmeta hemû pêkhateyan li ser esasê edalet û wekheviyê dijî. Em hêvî dikin ku Cejna îsal bibe gava yekem ber bi aramî û dawî anîna li şerê ku bû sedema mirina mirovan û ziyana mezin gihande gelên kurd, ereb û xiristyaniyan bê. Gelê kurd û hemû gelên Sûriyê hêjane ku di nava welatekî azad rêveberiya xwe bikin û sazî û dezgehên xwe avabikin.’’
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku dê TEV-DEM’ê bi hemû saziyên xwe kar bike ku cejin bibe gava destpêkê ber bi jiyana azad û aram de.
Di dawiya daxuyaniyê de cejin li hemû berxwedêrên Rojava û qehremanên ku di nava hemû zehmetiyan de parastina Rojava dikin û ji bo jiyanan azad û Xweseriya Demokratîk tevdigerin hate pîrozkirin û ji birîndaran re şîfa hate xwestin.