TEV-DEM çû serdana YPG'yiyên birîndar
TEV-DEM çû serdana YPG'yiyên birîndar
TEV-DEM çû serdana YPG'yiyên birîndar
Şandeyek ji rêvebirên saziyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM çû serdana şervanên YPG`ê yên ku di pevçûnên roja Cejna Qurbanê de birîndar bibûn.
Şandeya ku ji Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, endamên Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Îlham Ehmed û Henîfe Hisên, endama rêveberiya Yekîtiya Star Roza Elyûsiv pêk dihat, çûn serdana şervanên YPG'ê yên li Nexweşxaneya Dêrikê.
Di serdanê de bi dehan malbatên şervanên YPG’ê pêşwaziya şandeyên kirin. Endamên şandeyê ji şervanên birîndar re şifa û selametî xwestin.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di dema serdanê de axivî û diyar kir ku, gelê Rojavayê Kurdistanê bi berxwedana şervanên YPG'ê ya li dijî komên çeteyan serbilinde.