TEV-DEM: Divê Kurd bi DBK li Cenevreya 2. bên temsîlkirin

TEV-DEM: Divê Kurd bi DBK li Cenevreya 2. bên temsîlkirin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku pêwîste Kurd bi navê Desteya Bilind a Kurd beşdarî civîna Cenevre ya 2’an bibin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê mijara civîna Cenevre ya 2’an de daxuyaniyeke nivîskî weşan û destnîşan kir, jibo ku civîn bi ser bikevepêwîste Kurd bi navê Desteya Bilind a Kurd beşdarî civîna Cenevre 2’an bibin.

Di daxuyaniya TEV-DEM'ê ev tiştin hatin gotin: “Di pêvajoya sê salan ya şoreşa Sûriyê de, hate xuya kirin ku pêşbînî, rê û rêbazên me yên têkoşînê rast bûn. Me rêya têkoşîna aşîtyane, bê tundî, bêr şer, doza azadî û rumeta xwe kir. Her wiha me xwest bi alîkariyê hêzên demokratîk, rejîmê biguherînin û li şûna wê sistemeke demokratîk ku mafên gelê Kurd nas bike, avabikin."

TEV-DEM'ê di daxuyaniyaxwe diyar kir ku tevî hemû aloziyên aborî, ambargoya komên çekdar û girtina deriyê sînor ji hêla hikûmetan Herêma Başûrê Kurdistanê ve, lê tevgera wan karîbû ku pêdiviyên bingehîn yên jiyanê peyda bike û ewlekariya herêmê, hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryanî û Asûriyan misoger bike. Her wiha herêmên Rojava bûne cihên bi ewle jibo hemû koçberên herêmên din ên Sûriyê.

Daxuyaniya TEV-DEM'ê wiha dewam dike; " Bajar û bajarokên Sûriyê veguherîne qadên şerên dijwar. Her aliyan gelek tewambariyên şer pêk tên. Jiber vê rewşê, pêwîstî bi destwerdanek siyasî ya navnetewî çêbû. Jibo ku hemû alî bêne ba hev û pirsgirêkên xwe  çareser bikin, amadekariya civîna Cenevre 2’an tê kirin.”

TEV-DEM'ê da zanîn ew wek tevger di wê baweriyê de ne ku bi şer û pevçûnan pirsgirêk nayên çareser kirin. Dewam kirina şer dê bibe sedema gelek êş û azaran e. TEV-DEM'ê destnîşan kir ku gelê Kurd jî, li hember komên Îslamî yê radîkal di nava şer û têkoşînê de ye. Lewma pêwîste hemû alî werin ser maseya lihevhatinê û pirsgirêkan çareser bikin.

Daxuyanî wiha bidawî bû; "Em îro di nava siyaseta Sûriyê de aliyê sêyemîn in û em bi bandor in. Em herêmên xwe bixwe birêve dibin, her wiha em hewil didin ku bi beşdariya hemû pêhateyan rêvebiriya xwe ya demî ava bikin. Em li dijî şerin û aştîxwazin. Em bi diyalogê re ne û alîgirê lidar xistina civîna Cenevre 2'an ne. Lewma, jibo ku civîn biser bikeve pêwîste Kurd bi navê Desteya Bilind a Kurd beşdarî civîna Cenevre 2’an bibin. Baweriya me ewe ku dê Sûriyeke demokratîk bê avakirin û doza gelê Kurd bê çareser kirin."