TEV-DEM'ê bi tevger û rêxistinan re hevdîtin pêk anî

TEV-DEM'ê bi tevger û rêxistinan re hevdîtin pêk anî

Komîteya Têkiliyan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) duh li Qamişloyê bi hin rêxistin û  tevgerên siyasî re hevdîtin pêk anîn.

Bi armanca nirxandina rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûryayê û giringiya hevgirtina di navbera hemû rêxistin, partî û tevgerên siyasî de, duh li Qamişloyê Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM'ê bi Tevgera Veguhertina Demokratîk, partiya Îradeya Gel, Partiya Komînîst a Yekbûyî û Yekîtî Libralî Kurdistanî re hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinê de rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hate nîqaşkirin. Her wiha licneya têkiliyan a TEV-DEM'ê û partî û rêxistin ku di civînê de beşdar bûn,  gihiştin nerîneke hevbeş ku civîneke netewî bi beşdariya hemû pêkhatiyên herêmê were lidarxistin.