TEV-DEM`ê cejna Xiristyanan pîroz kir

TEV-DEM`ê cejna Xiristyanan pîroz kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) cejna jinûve vejîna mesîh û cejna sersalê li hemû welatiyên Xiristiyan ên Rojavayê Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.

Bi boneya cejna jinûve vejînê ya pêxember Îsa û sersala nû, TEV-DEM’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û  cejn li hemû welatiyên Xiristiyan ên Rojavayê Kurdistanê û yên cîhanê pîroz kir.

Di daxuyaniya TEV-DEM`ê de wiha hat gotin: "Di vê dema ku gelê me yê Sûriyê şerekî dijwar dijî û welat wêran bûye de, zarokên pêxemberê aştî û hezkirinê û hemû welatiyên din ên Sûriyê gelek êşê dikşînin û gelek ji wan neçar mane ku koçber bibin. Her wiha gelek cihên pîroz hatine wêrankirin û oldar jî hatin revandin."

TEV-DEM`ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em bi hêvî ne ku sala nû mizgîniyên xêrê bi xwe bîne, şerê li Sûriyê raweste û azadî û aştî li seranserî welêt serdest bibe."