TEV-DEM'ê hişyarî da: Bila kes nekevin nava hesabên şaş
TEV-DEM'ê hişyarî da: Bila kes nekevin nava hesabên şaş
TEV-DEM'ê hişyarî da: Bila kes nekevin nava hesabên şaş
Tevgera Civaka demokratîk (TEV-DEM) destnîşan kir ku divê tu hêz li ser berxwadana gel a li Rojavayê Kurdistanê hesanan nekin û ji hin derdorên kurd ên peymanên neyînî çêdikin xwest ku ji van hewldanên xwe vegerin.
TEV-DEM’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:
“Êrîşên komên çekdar ên di 16’ê tîrmehê de li ser hêrêmên Rojavayê Kurdistanê destpê kiribûn didomin. Dixwazin van êrîşan sîstema li herêmê hatiye avakirin û modela jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên herêmê de ye, têk bibin. Lê pêkhateyên kurd, ereb, çeçen, suryanî û ermenî ev êrîş qebûl nekirin û li dijî derketin. Ispat kirin ku jiyana hevbeş a li vê herêmê dîrokî ye, tu kes nikare têk bibe. Bi taybetî berxwadana YPG/YPJ’ê û gel cihê pîrozbahiyê ye. Vê berxwedanê gelek destketiyên dîrokî bidest xistine. Lewre em careke din piştgiriya xwe ya ji bo vê berxwedana dîrokî dikin.
Em bang li hemû hêz û rêxistinên civakî dikin ku rola xwe ya di nava vê berxwadenê de bilîzin. Her wiha em bang li hemû hêzên kurd ên li ser berxwadana gel hesaban dikin û peymanên neyînî çêdikin dikin ku dest ji van pêkanînên xwe berdin. Çareseriya herî baş ew e ku bi biryarên Desteya Bilind a Kurd tevbigerin. Ji ber ku nûnera rewa ya gelê kurd Desteya Bilind e.
Dîsa em bang li hemû hêzên ku piştgiriyê didin komên çekdar ên êrîşî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsud ên Helebê dikin û komkujiyan pêk tînin, sivîlan hedef digirin jî dikin ku êrîşên xwe yên dikevin xizmeta dijminên şoreşê rawestînin.
Em israra xwe ya xurtkirina birêxistinkirin û pêşxistina avakirina sîstema xweser û karên Deste Bilind didomînin. Her wiha emê ji bo avakirina rêveberiya herêmî ku hemû pêkhate di nav de cîh bigirin bi israra bin.”