TEV-DEM'ê û komonîstên Sûriyê xweserî gotûbêj kirin

TEV-DEM'ê û komonîstên Sûriyê xweserî gotûbêj kirin

 Nûnerên  Partiya Komenîst a Sûriyê ya Yekbûyî bi armanca giftûgokirina rêveberiya xweseriya demokratîk û civîna Cenevre 2'an bi endamên komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM'ê re civiyan.

Civîna ku li ser daxwaza Partiya Komenîst a Sûriyê ya Yekbûyî çêbû, li navenda  Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM'ê bi tevlîbûna endamên TEV-DEM'ê Dr. Ebdulkerîm Umer, Dijwar Ehmed û Taha Şêxmûs, her wiha li ser navê Partiya Komenîsta Sûriyê ya Yekbûyî Dr. Elî Loqo, Mehmûd Mihemed û Ibrehîm Taceldîn ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di civînê de mijara rêveberiya xwesriya demokratîk û civîna Cenevre 2'an hate nîqaş kirin. Hate gotin ku herdû aliyan destnîşan kirin ku kurd yek ji mijarên sereke bin di civîna Cenevre 2'an de bin.

Derbarê rêveberiya xweseriya demokratîk de jî hate hînûn ku nûnerên partiya Komenîst a Sûiryê ya Yekbûyî gotine ku xweserî ji bo dagirtina valabûnên li herêmê di dema xwe de pêk hatiye.

Hate gotin ku di dawiya civînê de herdû aliyan lihev kirine ku mehane li hev bicivin û rewşên heyê yên herêmê gotûbêjbikin.