TEV-DEM: Em cejnê pîroz nakin
TEV-DEM: Em cejnê pîroz nakin
TEV-DEM: Em cejnê pîroz nakin
TEV-DEM bal kişand ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê êrîş pêk tên û xwîn tê rêjandin, lewre jî ew Cejna Remezanê pîroz nakin û destnîşan kir ku di cejnê de wê tenê “malbatên şehîdan” bêne ziyaretkirin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)’ê bi munasebeta Cejna Remezanê peyamek weşand. Di peyamê de cejna Remezanê li hemû alema îslamê hate pîrozkirin û hêviya ku ev cejin rê li ber aştiya gelan û baweriyan veke.
Di peyamê de hate diyarkirin ku, li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê êrîşên li dijî gel didomin û hîn xwîn tê rijandin, lewma jî li Rojavayê Kurdistanê cejin nayê pîrozkirin û ev tişt hatin gotin: “Li herêma me bi destpêkirina meha pîroz re komên çete yên ku li ser navê îslamê tevdigerin, li dijî gelê sivîl êrîş pêk anîn. Di van êrîşên ku hîn didomin de xwîna welatiyên sivîl hate rijandin û komkujî pêk hatin. Lewma ji bo bîranîna weltiyên sivîl û têkoşerên ku li hemberî êrîşan liberxwe dane û gihîştine şehadetê, em cejnê pîroz nakin. Di cejnê de wê tenê malbatên şehîdan bêne ziyaretkirin.”
Di dawiya peyamê de bang li gel hate kirin ku, di dema serdana goristanan de baldar bin û tedbîrên ewlekariyê ji dest bernedin.