TEV-DEM: Emê bi hemû derfetên xwe çanda Êzidiyan biparêzin

TEV-DEM: Emê bi hemû derfetên xwe çanda Êzidiyan biparêzin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Êzî li hemû êzdiyan pîroz kir.  Di daxuyanê de hate destnîşan kirin ku ew ê bi hemû derfetên xwe parastina çand û kevneşopiya êzîdiyan biparêzin.

TEV-DEM’ê bi boneya Cejna Êzî ku alema êzdiyan li her çar perçeyên Kurdistanê pîroz dikin, daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de cejna Êzî li kurdên êzdî yên Rojava û beşên din ên Kurdistanê hate pîrozkirin. TEV-DEM'ê bang li kurdên êzdî kir ku bi xaka xwe ve girêdayî bimînin û got: "Girêdana bi axê tê wateya girêdana bi çand, dîrok û civakê."

Di berdewama daxuyaniyê de berxwedana gelê Rojava ya li dijî komên çete hate bîr anîn û wiha dom kir: "Îrade û zanist bingeha berxwedanê nîşan didin, kurdên Rojava komên çete têk birin û ev yek îsbat kirine. Berxwedana Rojava, bingeha xwe ji çanda Zerdeşet wergirtiye. Kurdan ji her kesî re îsbat kir ku ew ne bê îradene û tu carî dest ji xaka xwe bernadin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku gelê kurd bi berxwedana xwe ji hemû cîhanê re diyar kirine ku wê aştî, hezkirin û jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhatiyan de mîna berê, bi ola Zerdeştî belavkiribûn, belav bikin. TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de got ku em ê li ser fikirê Zerdeşt a rast gotinên xwe bikin û hemû destkeftiyên netewî yên demokratîk biparêz in.

Di dawiya daxuyaniyê de soz hate dayîn ku TEV-DEM'ê dê bi hemû îmkanên xwe parastina çand û dîroka kurdan ku bingeha xwe ji Êzdiyan digrin biparêzin û banga li gelê kurd kir ku dest ji xak û dîroka xwe ya kevnar bernedin.