TEV-DEM: Hêzên navneteweyî û herêmî hevkarên komkujiyane

TEV-DEM: Hêzên navneteweyî û herêmî hevkarên komkujiyane

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) êrîşên li dijî Kurdên Lİ Reqayê û bê dengiya hêzên navneteweyî û herêmî şermezar kir. TEV-DEM destnîşan kir ku hêzên navneteweyî bi vê bêdengiya xwe şirîkê komkujiyane. TEV-DEM bang li hêzên piştgiriya êrîşkaran dikin kir ku dest ji siyaseta xwe berdin û  hewl bidin  pirsgirêkên li Sûriyê bi rêbazên siyasî çareser bibin.

Têkildarî êrîşên komên çekdar ên li dijî Kurdên li bajarê Reqayê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku şoreşa li Sûriyê bi destê rêjîmê û komên çekdar veguheziye şerên koman. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku komên çekdar xeteriyên şerê navxweyî bilind dikin. Banga Endamê Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad li  Helebê Ebdulcebar El-Igêdê ya tune kirina kurdan îsbat dike. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ev komên çekdar ku şerê navxweyî gur dikin, ber bi derketina şer desthiladriyê ve diçin. TEV-DEM destnîşan kir ev metirsiyekî mezin e û ev yekê dê rê li ber şerekî mezhebî di nava pêkhateyên Sûriyê de veke.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama polîtîkayên van komên çekdar de li Til Eran, Til Hasil û Amûdê komkujî pêk hatine û niha jî komkujî li bajarê Reqayê dewam dikin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku komên çekdar taxên Reqayê ku piraniya şêniyên wan Kurd in dorpêçkirine, bê ku hejmar bê zanîn gelek welatiyên kurd qetilkirine.  TEV-DEM di daxuyaniyê de diyar kir, ku wan koman bi hezaran kurd koçber kirin û gelek ji wan revandine. 

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de komkujiyên ku bi destê komên çeteyan şermezar kir. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku bêdengiya hêzên navneteweyî û herêmî nîşana wê yekê ye ku, ev hêz piştgiriya kujeran dikin û bi vî awayî ew jî hevkarên komkujiyane. TEV-DEM destnîşan kir ku ev hêz dixwazin ku şerê kurd û ereban derkeve û  bê dengiya hêzên navneteweyî, herêmî hate şermezarkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin, "gelê Kurd û TEV-DEM’ê xwedî projeyeke demokratîk û Sûriyeke azad in. Dê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê ji destê rêjîma Baas û komên çekdar rizgar bibin bi hemû hêza xwe tevbiger in."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku, TEV-DEM’ê û gelê kurd tevlî şerê qirêj ên li Sûriyê ne bûne û her dem ji bo parastina destkeftiyên gel û şoreşa rûmetê têkoşîn kirine. Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ‘‘Em her dem amadene li dijî hemû cureyên êrîşan li ber xwe bidin.  Em bang li hêzên ku piştgiriyê didin komên şerê tunekirina kurdan dikin ku, dest ji piştgiriya wan berdin û hewl bidin bi biryareke siyasî dawî li êrîşan bînin û pirsgirêka li Sûriyê bi rêyên siyasî çareser bikin.’’