TEV-DEM: Koalîsyon piştgiriya çeteyan dike

TEV-DEM: Koalîsyon piştgiriya çeteyan dike

Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê diyar kir ku Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Muxalefeta Sûriyê piştgiriya çeteyên DAIŞ/Eniya El-Nusra yên ser bi El-Qaîdeyê dike û helwesta wan a li hemberî rizgarkirina bajarokê Til Koçer ji komên DAIŞ'ê, li dijî şoreşa gelê Sûriyê bi nav kir.

Derheqê rizgarkirina bajarokê Til Koçer ji komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra de Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê  daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de rizgarkirina Til Koçer li hemû gelê herêmê, hêzên YPG'ê û kesên Suryanî û Ereban ên bersiva êrîşan dan hat pîrozkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên çete şoreşa gelê Sûriyê dizîne û  piştî hêzên navneteweyî amadekariyên civîna Cenevre 2'an dikin êrîşên xwe zêde kirin û rewş zêde hesas bûye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo pêşxistina çareseriya siyasî pêwîste biryar bê dayîn  û guhertina demokratîk li hemû herêmê pêk bê. Di daxuyaniyê de ji muxalefetê hate xwestin ku di vê demê de pêwîste muxalefet  çareseriya demokratîk li ser rêjîmê ferz bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêwîstbû Koalîsyona  der barê rizgarikirina Til Koçer ji komê çekdar ên Eniya El-Nusra kêfxweşbaya û ev tiş hatin gotin: " Koalîsyonê der barê rizgarkirina Til Koçer de daxuyaniyek  dûrî pîvanên mirovahî da û helwesta siyasî li dijî soreşa gelê Sûriyê nîşan da. Koalîsyon ji destpêka êrîşên komên çete yên li ser Rojava bê deng bû,  Piştî rizgarkirina Til Koçer Koalîsyon xwedîderketina xwe ya li komên DAIŞ/Eniya El-Nesra aşkera kir û hêzên YPG'ê wek teror bi nav kir. Koalîsyon ji ber xelaskirina pêkhateyên herêmê ji destê komên çete nerazîbûnê nîşan da."

GELO HAYA DYE JI TÊKILIYÊN KOALÎSYONÊ BI EL QAÎDE RE HEYE?

Di daxuyaniyê de hate pirskirin; gelo ma ne diyar bû çawa koalîsyonê piştgiriya madî dide çeteyan û Emarîka ku bi milyonên dolara piştgiriya Koalîsyonê dike bi vê têkiliya di navbera Koalîsyonê û El-Qaîda dizane yan na? .

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku TEV-DEM'ê piştgiriya paqijkirina herêmê ji komên çete kir  û wiha hate domandin: " Em paqijkirina herêmê ji komên çete pîroz dikin û piştgiriya veguhertina demokratîk a di sîstema Sûriyê de dikin. Ji bo rêveberiya bajêr jî em bang li hemû eşîrên ereban dikin ku rêveberiya xwe ava bikin û bi awayeke demokratîk xwe bi xwe rêve bibin."

YPG'Ê TIL KOÇER RIZGAR KIR Û BANGA AVAKIRINA MECLÎSA BAJÊR LI PÊKHATEYAN KIR

Fermandariya Giştî ya YPG'ê der barê opersyona rizgarkirina bajarê Til Koçer de duh daxuyaniyek nivîskî weşandibû. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku hêzên YPG'ê di nava 4 rojan de bajarê Til Koçer bi temamî ji komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ), Eniya El-Nusra û komên girêdayî wan paqij kiriye û bajar xistiye bin kontrola xwe.

Di berdewama daxuyaniyê de hatibû gotin ku hêzên YPG'ê di operasyonê de 5 tang, fûzeyek, topek, 6 doçka, bildozerek, gelek çekên ferdî û cebilxane destser kirine, her wiha bi dehan endamên komên çete hatine kuştin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyên Til Koçer hatibû kirin ku rehet bin û ji bo rêveberiya bajar, meclîs û hêzên xwe yên Asayîşê ava bikin, li hemberî vê yekê jî wê hêzên YPG'ê wekî hêzek netewî parastina wan bikin û li dijî hemû cureyên êrîşan derkevin.

MUSLIM: BI SERKETINA TIL KOÇER RE ALTERNATÎFEKE NÛ DERKET HOLÊ

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî dabû xuyakirin, ku serkeftina li Til Koçerê dê hem di aliyê siyasî û hem jî aliyê aborî yê Rojavayê Kurdistanê guhertinan bi xwe re bîne. Muslim destnîşan kiribû ku li dijî ambargoya li ser hemû Rojavayê Kurdistanê alternatîfek nû çêbû.

Piştî ku hêzên YPG'ê Deriyê Sînor ê Til Koçer kirin bin kontrola xwe Cîgirê Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Girêdayî Parlemantoya Iraqê ragihand ku, ew ji ber Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Deriyê Til Koçer kontrol kirine kêfxweş bûne û desthilatdariya Iraqê wê derî ji bo bazirganiyê veke.