TEV-DEM: Qedexekirina li ser Muslim li hember pêvajoyê bê berpirsyarî ye

TEV-DEM: Qedexekirina li ser Muslim li hember pêvajoyê bê berpirsyarî ye

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê qedexekirina derbasbûna Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim a Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û  diyar kir ku helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hember pêvajoyê bê berpirsiyar e û ev yek dibe asteng li pêşiya yekîtiya gelê Kurd.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku qedexekirina derbasbûna Hevserokê PYD’ê Salih Muslim a di riya Başûrê Kurdistanê re li hember pêvajoyê bê berpirsyarî ye û ev yek dibe asteng li pêşiya yekîtiya gelê Kurd.

Di daxuyaniyê de hate gotin gelê Rojavayê Kurdistanê di demek hesas re derbas dibe û şoreşa xwe ya demokratîk pêk tîne û li hemberî êrîşên çeteyan ku dixwazin destkeftiyên Kurdan têk bidin ber xwe dide. Her wiha di encama vê berxwedanê de bi dehan ji ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan û kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim Şervan Muslim jî fedayiyek ji wan bû. Tevî ku tê zanîn piraniya siyasetmedarên Kurd ciwanên xwe ji beşdariya şoreşê dûr xistin.

Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Ev fedekariya şehîd Şervan Muslim pêk aniye divê em serê xwe li hemberê bitewînin. Tevî ku Muslim ji bo pêşwaziya mêvanên xwe ji bo sersaxiyê bike, bi agahdariya hikûmeta Başûrê Kurdistanê di riya deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Lê mixabin hikûmeta Başûrê Kurdistanê vegera Hevserokê PYD’ê Salih Muslim a di riya Başûr re qedexe dike.”

Di dawiya daxuyaniya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê de wiha hate gotin: “Em wekî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya bê berpisiyarî şermezar dikin û ev helwest tu hincetên wê tune ne. Di demekî ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê û beşdarbûna Desteya Bilind a Kurd (DBK) a di Cenevre 2. de ku çarenûsa gelê Kurd diyar dike de, helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hember pêvajoyê bê berpirsiyar e û ev yek dibe asteng li pêşiya yekîtiya gelê Kurd.”