TEV- DEM: Salvegera 15'ê Sibatê, sala azaiya gelê Kurd û Ocalan e

TEV- DEM: Salvegera 15'ê Sibatê, sala azaiya gelê Kurd û Ocalan e

Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) derbarê komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivskî weşand û got'' ev 14 sal in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmralî di nava tecrîdeke zehmet, bê ku tu pîvanên mafê mirovan hebe dijî. Gelek Hêzên navnetewî û herêmî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi hêz û derfetên mezin komployek  li dar xistin û rêberê gelê kurd dîl girtin radestî hukmeta Tirkiyeyê ya ku tu carî hebûna gelê kurd qebûl nekiriye, kirin''.

TEV-DEM'ê da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan îradeya kurdan temsîl dike û got:'' Rêberê gelê kurd Ocalan yê ku temsîla îradeya gelê kurd dike, nexşeriya çareserkirina alozî û pirsgirêk herêmê pêşkêş kir. Lê hukûmetên Tirkiyeyê yên li pey hev, her wiha hêzên sermyandar her dem, li ser tunekirina kurdan bi îsrare bûn. Tecrîdê û qedexekirina hevdîtina parêzeran bi Ocalan re, her wiha bi şidet û tecrîdê dixwazin siyasetên xwe yên teslîmkariyê, li ser rêveberiya Tevgera Azadiya gelê Kurdistanê ferz bikin û li ser vê bingehî tecrîd zêde kirin. Her wiha ji aliyeke din operosyonên leşkerî li dijî şervanên kurd û binçavkirn li dijî çalakvan û siyasetmedarên hilbijartî yên kurdan û neûnerên wan zêde kirin. Lê ji ber berxwedana li Îmraî ku Ocalan dide meşandin û helwestên wî yê dîrokî di nava tekoşîn û berxwedanê de, her wiha hevgirtina gelê kurd li hemû aliyên Kurdistanê bi Ocalan re dide nîşandan ku ew ne temsîla rêbertiya perçeyeke Kurdistanê dike, ew sazmanê fikir û şaristaniya demokratîk û azad e.  Sembola aştiyane û temsîla vîna serbixwe û biratiya gelane dike. Ocalan kilîta çareserkirina pirsgirêka kurdane''.

Tevgera Civaka Deukratîk(TEV-DEM) di daxuyaniya xwe de komplo şermezar kir û bang li hemû gelê kurd kir ku xwedî li rêbertiya xwe derkevin û got:'' em wek TEV-DEM'ê komploya li dijî rêberê gelê kurd Ocalan û pîlana navnetewî şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku di riya çalakiyên xwe de, helwesta xwe ya li dijî komployê nîşan bide''.

TEV-DEM'ê bal kişadn li ser şoreşa bihara gelan ya li Sûriye û Rojhilata Navîn û got: ''Tevî şoreşên buhara gelan yên li Rojhilatanavîn û geşedanên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî, lê bê ku pirsgirêka gelê kurd bi temamî çareser bibe, tucarî azadî li herêmê çênabe, ji xwe pirsgirêka kurd jî bê ku Ocalanê ku nûnertiya îradeya gelê kurd a azade  dike, ne mumkine tucarî çareser bibe. Em hêvî dikin ku pêşwaziya me ji salavegera 15’an ya komploya 15'ê sibatê bibe sala çareseriya pirsgirêka kurd, azadiya Ocalan û çanda biratiyî û wekheviyê ji nû ve li Kurdistan û Rojhilata Navîn geş bibe''.