TEV-DEM: Tevlî Tûgaya Şehîdan a Helebê bibin
TEV-DEM: Tevlî Tûgaya Şehîdan a Helebê bibin
TEV-DEM: Tevlî Tûgaya Şehîdan a Helebê bibin
TEV-DEM'ê derbarê îşkenckirina 5 şervanên YPG'ê yên ku dîl ketibûn destê hêzên rêjîma Bass de û bi awayekî hovane hatin qetilkirn, daxuyaniyeke niviskî weşand û da zanîn ku îşkenceya hovane ku li şervanên YPG'ê hatiye kirin nîşana tengaviya hêzên rêjîma Bass ya li hember berxwedana şervanên YPG'ê ye. TEV-DEM'ê bang li partiyên siyasî û rêxistinên mirovahî kirin ku kiryayên hovane yên bi vî rengî şermezar bike û bê deng nemîne. Her wiha TEV-DEM'ê bang li gel kir ku pişgirtiya kurdên li Helebê bike.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê îşkencekirina şervanên YPG'ê ku dîl ketibûn destê hêzên Rêjîma Baas de û bi awayekî hovane hatin qetilkirn, daxuyaniyeke niviskî weşand. Daxuyaniya TEV-DEM'ê wiha got:
''Di 9'ê sibatê de dema ku hêzên rêjîma Bass êrîşî Yekîneyên tûgaya Şehîdên Helebê yên YPG'ê û gelê sivîl yên herêmê kirin, şervanê YPG'ê beranberî êrîş hêzên rêjîmê derketin. Lê 5 şervanên YPG'ê dîl ketin destê hêzên rêjîma Baase. Hêzên rejîmê bi awayekî hovane îşkence li wan kirin û piştî ew qetilkirin bi rengekî hovane bi cenazeyan lîstin û ew li pey erebeyan kişandin''
TEV-DEM'ê blkişand ku kiryarên rêjîmê li dijmirovahiyê ne û dewam kir: ''Kiryarên dijmirovahiyê ku hêzên rêjîma Baas li dijî şervanên YPG'ê yên ku dîl ketibûn dest de, nîşana bêçaretiya hêzên rejîmê ya beranberî berxwedana keç û xortên kurdan yên di nava refên YPG'ê dane xuya dike. Êrîşên li ser Helebê ne tesadif e ew bersiva têkçûna hêzên rejîma Baas li gundê Girzîro ya Girkê Legê ye û dewama siyaseta nîjatperest a rêjîma Bass ya li dijî gelê kurd de, ev êrîşên hovane yek ji xelekên kiryarên hovane yên rêjîma Baas li dijî gelê kurd ji destpêka desthiladariya Sûryiyê ye''.
TEV-DEM'ê komkujî şermezar kir û bang li saziyên mirovahî û partiyên siyasî kir ku li himberî komkujiyê helwesta xwe nîşan bidin û wiha got:''Em komkujiya hovane şermezar dikin, em soz didin ku kesên ev komkujî pêk anîne û rêvebirên wan wê bê hesab nehêlin û em bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên mirovahî dikin ku helwesta xwe li dijî komkujiya dijî mirovahiyê diyar bikin û pişgirtiya xwe bi berxwedana YPG'ê û gelê me yê berxwedêr li Helebê nîşan bide''.
Di dawiya daxuyaniya xwe de TEV-DEM'ê bang li hemû gelê herêmê kir ku piştgiriya xwe ji berxwedana li Helebê nîşan bide û got: ''Careke din em bang li gelê xwe dikin ku alîkariya aborî û manewî ji gelê berxwedêr li Helebê nîşan bide, banga me ji bo ciwanan bila berê xwe bidin qada berxwedanê ya li Eşrefiyê û tevlî refên Tûgaya şehîdên Helebê ya YPG'ê bibin''.