TEV-DEM û Eşîra Şemer li hev civiyan

TEV-DEM û Eşîra Şemer li hev civiyan

 Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  bi nûnerên Eşîra Şemer a Ereb re li ser rewşa herêmê hevdîtin pêk anî.

Li ser banga Meclîsa Şêwirmendiyê ya Eşîra Şemer, li gundê Sêgiran a herêma Dêrikê, di navbera Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  û nûnerên Eşîra Şemer de civînek hate lidarxistin. Di civîna ku nûnerên eşîrên koçeran ên herêma Dêrikê jî amade bûn de geşedanên dawî yên li herêmê û êrîşên komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra hatin nirxandin.

Di encama civînê de biryar hate girtin ku ji bo şopandina têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de komîteyek were avakirin.