TEV-DEM û xiristiyan ji bo projeya rêveberiyê hatin cem hev

TEV-DEM û xiristiyan ji bo projeya rêveberiyê hatin cem hev

Bi armanca nirxandina kar û barên Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Qamişlo bi sazî û rêxistinên Xiristyanan re civîn lidar xistin.

Komîteya Têkiliyên Diplomasî a TEV-DEM`ê li bajarê Qamişlo bi armanca nirxandina kar û barên Projeya Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk, bi nûnerên Partiya Asûrî a Demokratîk, Kombenda Ciwanên Sûriya Dayik, Kombenda Sivîl a Xiristiyanan re civiyan.

Civîn bi tevlîbûna Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl û endamên Komîteya Têkiliyên Diplomasî Hekem Xelo, Ebdilkerîm Omer û Taha Şêxmûs li navenda Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya TEV-DEM`ê li bajarê Qamişlo hate lidar xistin.

Hate hînbûn Endamên komîteyê di civîna girtî de bi nûnerê Kombenda Sivîl a Xiristiyanan Davûd Xerzanî, nûnerê  Partiya Asûrî a Demokratîk, Wail Mîrza û nûnerê Kombenda Ciwanên Sûriya Dayik Şerbel Hemû re kar û barên Projeya Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk û rêbazên karên hevbeş yên xizmet û ewlekariyê hatine nirxandin.