TEV-DEM: Xwedî li Kurdên li Eşrefiyeyê derbikevin
TEV-DEM: Xwedî li Kurdên li Eşrefiyeyê derbikevin
TEV-DEM: Xwedî li Kurdên li Eşrefiyeyê derbikevin
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi zimanekî tun êrîşên Artêşa Sûryayê yên li hemberî taxên kurdan ên li Helebê şermezar kir. DEV-DEM’ê berxwedana hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li van deveran silav kir û bang li hemû gelê kurd kir ku xwedî li kurdên Eşrefiyê derkevin.
TEV-DEM'ê derbarê êrîşên Artêşa Sûryayê yên li dijî taxên kurdan ên li Helebê de daxuyaniyek nivîskî weşand. TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir şoreşa 19’ê Tîrmehê bandorek erênî li ser xebatên gelê kurdan kiriye û piştî van geşedanan kurdan jî dest bi avakirina xwesiriya demokratîk kiriye. TEV-DEM’ê di berdewama daxuyaniya xwe de balkişand ku piraniya hêzên heyî hewl didin rola kurdan ya di nava şoreşa Suriyeyê de lawaz bikin.
‘HETA NIHA 23 WELATÎ HATIN KUŞTIN’
Di daxuyaniyê de têkildarî mijarê ev tişt hatin rêzkirin: “Ji ber wê em dibînin ku herêmên me rastî êrîşên dijwar tên. Piştî komên çekdar ên ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî Serêkaniyê bûn û li vir li hemberî berxwedana gel têk çûn vê car jî hêzên Rejîma Bassê êrîş li taxên kurdan yên li Helebê dikin. Di encama van êrîşan de heta niha 23 welatiyên kurd jiyana xwe jidest dan. Her wiha hêzên rêjîmê li taxa Eşrefiyê dest bi operosyonê kir û çekên giran bi karanîn. Di encama êrîşên hêzên rêjîmê de ziyaneke dijwar gihişte deverên pîroz. Malên welatiyan û gelek nexweşxane bûn armanca êrîşên hêzên rejîmê. Di encama van êrîşan de jî bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.”
JI YPG’Ê BERXWEDANEKÎ BÊ HEMPA
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li hemberî van êrîşan YPG’ê jî ji bo parastina gel bersiva hêzên rejîmê dayê wiha hat domandin: “Piştî YPG’ê ji bo parastina gelê li van taxan dijîn bersiv da hêzên rejîmê pevçûnên dijxwar qewimîn û YPG’ê berxwedanek xurd da nîşandan. YPG'ê bi berxwedana xwe destûr neda ku tu kes vîna gelê kurd ya azad binpêbike û hewldanên rejîmê yên li dijî kurdan têk bir. Dixwazin herêmên kurda û deverên ku kurd lê dijîn veguhezînin qada şer û li van deran alozî derxin.
BANGA PIŞTGIRIYÊ
Di daxuyaniya xwe de TEV-DEM'ê berxwedana YPG'ê ya li dijî êrîşên rêjîmê silav kir û da zanîn ku ew mudaxeleya herêmên kurdan ji tu aliyan ve nayê qebûlnakin. Her wiha TEV-DEM'ê bang li gelê kurd kir ku piştgiriyê bidin berxwedana gelê li Taxa Eşrefiyeyê.
‘ÊRÎŞAN ŞERMEZAR BIKIN’
Dîsa TEV-DEM'ê ji bo helwesta xwe zelal bikin bang li partiyên kurd, rêxistinên siyasî yên Sûriyeyê kir û ji van hêzan hat xwestin ku êrîşên heyî şermezar bikin. Di dawiya daxuyaniyê de TEV-DEM'ê dazanîn ku avakirina Sûriyeyekî demokratîk û azad bi şer û çekan nayê avakirin wekî tekane rê jî riyên polîtîk û aşitiyane da nîşandan.
Nûçeyên peywendîdar:
-Pevçûnên li Eşrefiyeyê didomin: Sivîlek jiyana xwe ji dest da