TEVDA êrîşa li Hewlêr şermezar kir
TEVDA êrîşa li Hewlêr şermezar kir
TEVDA êrîşa li Hewlêr şermezar kir
Tevgera Ezîdiyên Demokrat a Azadîxwaz (TEVDA) êrîşa li Hewlêr a li dijî Midûriyata Asayîşa Hewlêr pêk hat şermezar kir.
Meclîsa Tevgera Ezîdiyên Demokrat a Azadîxwaz (TEVDA) êrîşa di 29’ê Cotmehê de li dijî Midûriyeta Asayîşa Hewlêr pêk hat û di encam de 6 terorîst hatin kuştin, endamên asayîşê jî di nav de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 60 kesî birîndar bûn bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.
Di daxuyaniya TEVDA de wiha hat gotin, “Di bûyera ku li paytexta Başûrê Kurdistanê li hember Asayîşa Giştî ya Hewlêr pêk hat em wek Tevgera Êzîdiyên Demokrat û Azadîxwaz (TEVDA) êrîşa ku ji aliyê kesên nasnameya wan heya niha nediyar e bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji birîndaran re şifayê dixwazin. Em hêvîdar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demek kurt de agahiyen berçav der heqê wan kes an jî hêzên ku di pişt vê bûyerê de ne ji raya giştî re ragihîne û li ser vî esasî wezîfeyên edaletê pêk werin.