TEVDA Kongreya xwe ya 5. lidar xist
TEVDA Kongreya xwe ya 5. lidar xist
TEVDA Kongreya xwe ya 5. lidar xist
Tevgera Êzdiyên Demokrat (TEVDA) bi beşdariya 108 delegeyan li bajarokê Şengal ê Herêma Kurdistana Federal kongreya xwe ya 5. li dar xist. Seîd Hesen Seîd wekî serokê nû yê TEVDA hat hilbijartin.
Kongreya TEVDA bi beşdariya 108 delegeyan û bi deqîqeyek rêzgirtinê li salona Newroz a li Şengalê roja 18’ê Cotmehê hat lidarxistin. Gelek kesayet û mêvan jî beşdarî kongreyê bûn. Ji partiyên siyasî jî Partiya Şûî û Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK) beşdarî kongreyê bûn. Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb jî di kongreyê de amade bû. Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û Meclisa Rûhanî jî peyamên pîrozbahiyê ji kongreya TEVDA re şandin. Serokê TEVDA Seîd Hesen Seîd xêrhatina delege û mêvanan kir û wiha got: “Ez cejna Êzdiyan li tevayî Êzdî û Misilmanan pîroz dikin.”
Seîd diyar kir ku dixwazin bi vê kongreyê daxwazê ji gelê Şengalê bikim ku em di qonaxekî giran re derbas dibin û wiha got: “Divê îro hemû welatiyên Şengalê ligel, Êzdî, Misilman, Ereb û Xiristiyanan fêm bikin destê biratiyê bidin hev û hev bigirin. Divê li hemberî hev rêzdar bin. Divê rêzdariyê ji bîr û baweriyên cûda re bigrin. Divê em hemû li hemberî karên terorîstî hişyar bin.”
Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb jî di kongreyê de axivî û serkeftin ji kongreyê re xwest. Xerîb wiha got: “Ez pir keyfxweşim ku di kongreya we de beşdar bûm.” Diyar Xerîb destnîşan kir ku Şengal ne tenê bi rêya asayîşê belkî bi piştgiriya gelê herêmê jî ji terorîstan tê parastin. Xerîb ragihand ku kongreya çaremîne beşdar dibe û her carê pêşketinek mezintir di kongreyê de çêdibe.
Di 5. Kongreya TEVDA de meclisekî nû ya ji 13 kesan hat hilbijartin. Di nava vê de jî rêveberiyek ji 5 kesan hat avakirin. Seîd Hesen Seîd wekî serokê nû yê TEVDA hat hilbijartin. Kongreya TEVDA ya ku bi awayekî serkeftî bi dawî bû û çend biryarên giring hatin standin. Ji wan jî; “Kongreyekî giştî ya Êzdiyan were lidarxistin. Naskirina olê Êzdiyan. Piştgiriya maddî û manewî ji bo televizyona Êzdiyan were kirin. Kongreya ciwanan a Êzdiyan were lidarxistin. Kongreyên taxan ên Êzdiyan werin lidarxistin.”
Di kongreya TEVDA de daxwaz hat kirin ku di van kongreyan de li gor guhertinên li cîhan, navçe û Kurdistanê guftûgo werin kirin. Di naveroka kongreya TEVDA ya ku tenê Êzdiyên li Herêma Kurdistana Federal beşdarbûyîn de mijarên sereke yên wekî; xortkirina tifaqiya di navbera Êzdiyan de û vegera Êzdiyan a li ser gundên xwe hatin guftûgokirin.
Bavê Şêx û Mala Mîran peyamên pîrozbahiyê ji kongreyê re şandin û ragihandin ku ji ber taziyê nekarîne beşdarî kongreya 5. a TEVDA bibin. Kongreya Tevgera Êzdiyên Demokrat (TEVDA) her du salan carekê tê lidarxistin.