Tevgera Êzidiyan komkujiya Qamişlo şermezar kir

Tevgera Êzidiyan komkujiya Qamişlo şermezar kir

TEVDA bi boneya salvegera komkujiya Qamîşlo peyamek da. Di peyamê de şehîdên komkujiya Qamîşlo bi bîr anî û komkujî şermezar kir.

Endamê Tevgera Demokratîk a Azadiya Êzîdiyan (TEVDA) Hesen Mehmud Heyder, li ser navê TEVDA’yê biboneya komkujiya Qamîşlo ku di 12’ê Adara 2004’an de ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve li ser Kurdan hatibû kirin, bi awayek tund şermezar kir. Şehîdên Qamîşloyê bi bîr anî, ji malbatên wan û gelê Kurd re sersaxî xwest.

Heyder diyar kir ku, dijminê gelê Kurd heta niha ji bo tunekirina gelê Kurd bi hezaran komkujî li ser Kurdan daye pêkanîn û komkujiya Qamîşlo jî yek ji van komkujiyane û axaftina xwe wiha berdewam kir; “Dagirker û dijminên gelê Kurd ji destpêkê ve heta roja me ya îro hem li ser navê olî hem jî bi navên din xwestine gelê Kurd tunebikin û bi vî awayî êrîşên hovane li ser Kurdan dane pêkanîn. Di van êrîşan de bi sedhazaran Kurdan jî jiyana xwe ji dest dabin, ji cih û warên xwe hatibin dûrxistin, malên wana hatibin tunekirin, çanda wan û zimanê wan hatibe qedexekirin jî lê dîsa Kurdan li hember êrîşên tunekirinê yên dijmin serî ne tewandiye. Lewra mirov dikare bêje komkujiya ji aliyê rejîma dîktatora Sûriyeyê ve jî ya li ser gelê Qamîşloyê hatibû kirin yek ji wan komkujiyên bi armanca tunekirina gelê Kurd bû"

Heyder da zanîn ku, gelê Kurd çiqas bi êrîş, komkujî, qedexe û talanan re rûbirû mabe, ewqas bihêz û çalaktir xwestiye ji bo azadiya mafên xwe têkoşîn li hember dijmin bide û wiha got: "Lewra destkeftiyên Kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê berhem û encama xwîn û keda bihezaran şehîdên gelê Kurd e. Di dawiyê de em dîsa dibêjin dijminên me bi komkujiya Qamişlo negihîştine armanca xwe, li Rojavayê Kurdistanê gel pêngav bi pêngav berbi azadiyê ve diçe ji bo vê jî em berxwedana wana silav dikin.”

Heyder di dawiya axaftina xwe de şehîdên Qamîşlo bibîranî û bang li gelê Kurd kir destorê nedin dijmin komkujîyên tunekirinê li ser me pêkbîne û ji bo yekîtiya netewî ya Kurd tişta pêwîst çiye pêwîste bê kirin”