The Economist rexneyên tund li Erdonga dike

The Economist rexneyên tund li Erdonga dike

Di şîroveya di kovara navdar a Înglîzan The Economist de hat weşandin de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo bikare dengên Suniyan bigire, rexneyan li Elewiyan dike û Erdogan bi cûdakariya li hember mezheban tawanbar kir.

Di şîroveya bi sernava “Pêşîlêvekirina Demkurt a Elewiyan” de hat bibîrxistin ku Erdogan di mitîngên hilbijartinê de bi dehan car bi bîr xist ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû Elewî ye.

Kovarê got; “Erdogan ji bo bibe yekemîn serokkomarê ji aliyê welêt ê ji aliyê gel ve hat hilbijartin, hewl dide Suniyên ku piranî ne razî bike” û bi bir xist ku Erdogan gotiye “Cemxane ne perestgeh in”, “Elewî ne Misilmanên rast in”.

Kovara The Economist di dawiyê de bal kişand ser dersa bi zorê ya olî û polîtîkayên asîmlasyonê yên li hemberî Elewiyan û got; “Bibû yekem Serokwezîrê Tirk ê ku çû serdana cemxaneya Elewiyan, yekem serokwezîrê ku li Iraqê çûb serdana Gora (Hezretî) Elî. Bi van pêngavên xwe yên wêrek, ji bo komkujiya Dêrsimê ya ku bi hezaran Elewî têde hatin kutşin, lêborîn xwestibû.”