Şefê Ewlekariya Neteweyî ya Sûriyeyê jî mir

Şefê Ewlekariya Neteweyî ya Sûriyeyê jî mir

Hat ragihandin ku şefê Ewlekariya Neteweyî ya Sûriyeyê Hîşam Îxtiyar ê ku di êrîşa li Şamê de birîndar bibû jî mir.

Li gorî televîzyona dewletê, Hîşam di nexweşxaneya ku têde dihat dermankirin de nehat rizgarkirin. Televîzyonê ragihand ku piştî mirina Hîşam, partiya Baasê sersaxî ji gelê Sûriyeyê re ragihandiye.

Navenda Mafê Mirovan a muxalîfên Sûriyeyê ya li Londonê beriya niha ragihandibû ku General Îxtiyar jî miriye û îdîa kirk u rewşa Wezîrê Navxweyî Îbrahîm El Şaar jî nebaş e. Lê televîzyona dewletê ragihand ku rewşa wî baş e.

Di encama êrîşa li hemberî avahiya Ewlekariya Neteweyî ya Sûriyeyê pêk hat de Wezîrê Parastinê Dawud Rajha û zavayê Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad û Alîkarê Wezîrê Parastinê Asif Şewket û alîkarê serokê karên leşkerî yên Esad Hesen Turkemnî jî miribûn.