Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku şîrketên mezin ên cigare hildiberînin, li hemberî qanûnên li dijî fêrbûna kişandina cigareyan derdikevin û gef li tenduristiya mirovan dixwin.
Her sal nêzî 6 mîlyon kes ji ber cîgareyê jiyana xwe ji dest didin. Di mijara zirara cigareyê de di serî WHO û gelek saziyên din, rêxistin bi awayekî aktîf xebatên lobiyê dimeşînin. Di çarçoveya konsepte bi cigareyê re têkoşîn ya WHO’yê eve ku di hiqûqên hindurîn ya welatên NY’ê re kar û barê hiqûqê pêk bîne.
Di çarçoveya van sazkirinan de dê reklamên ku bikaranîna cigareyê teşwîq dike bê qedexekirin û her wiha li cihên girtî kişandina cigareyê bê qedexekirine.
Ji Rêxistina Berpirsyariya Saziyê ya Navneteweyî (CAI) John Stewart pîvanên bawerbûna şîrketên cîhanê nirxand. Stewart diyar kir ku WHO peymane Kontrola Mamulên Tutun û Tutunê amadekiiye û ev yek fîrmayên hilberînên cigareyê neret dike.
Bi zextên WHO’yê di demên dawî de li ser pakêtên cigareyê hişyariyên tenduristiyê hatin danîn û hema hem ali hemû cîhanê ev pêkanîn heye.
Li dijî yekê hilberînera cigarê ya herî mezin a cîhanê Phîlîp Morrîs, bertek nîşan dabû û diyar kirin ku ev polîtîkayên dij wan yên saziyên WHO û CAI yê pir zêde ne û ji bo zirara kirine doza tazmînatê vekirine.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Moon daxuyanî da û diyar kir doza ku fîrmaya cigarê ya mezin vekiriye wekî balyozekî li hewldanên wan yên tenduristiyê xistiye.
Mînak li Awustralyayê logoyên li ser pakêtên cigareyê hatin rakirin û di vê mijarê de Ukraynayê bi hewldana fîrmayên hilberîner yên cigareyê li Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê gilî kir. dîsa heman şîrketan li Arjantîn û Uruguay li hemberî kanûnên ku pêşî li hiberînên cigareyê vedike ji bo tazmînateke mezin doz vekirin.
Li gorî rapora CAI ya 2012’an de welatên pêşveçûyî piştî kanûn hişk bûne şîrketên cigareyê berê xwe dane welatên pêşveçûyî an jî kêm pêşveçûyî. Li welatên kêm pêşveçûyî valahiyên kanûnan ji bo xwe derfet dibînin û jib o bikaranîna cigareyê zêde bikin serî lihemû riyan didin. Di nava van rêyan de bê pere cigareyê belav dikin û promosyonê dikin.