Li seranserê cîhanê gelek nexweşên bi nexweşiyên kujer re rû bi rû ne û her tim li benda vedîtina dermanên nû ne. Lê şîrketên dermanan çêdikin, êdî ji pêşxistina dermanên nû zêdetir, li pey feyde û berjewendiyên xwe ne.
Li gorî lêkolîna rojanmeya The Independent şîrketên dermanan çêdikin, ji sedî 25’ê butçeya xwe ji bo bazarê vediqeînin û tenê ji sedî 1,3’yê wan ji bo pêşxistine dermanên ku bi kar tînin.
Bi taybet di van 15 salên dawiyê de, berjewendî û feydeya şîrketên dermanan, gihiştiye ji sedî 600’ê. Li gorî daneyên sala 2010, feydeya hemû şîrketên li seranserê cîhanê bi giştî 200 milyar dolar e.
Li gorî pisporan, di van 50 salên dawiyê de, di ware dermanên nû û vedîtina molekullên wan de pêşketinek zêde mezin pêk nehatiye. Beşek mezin ji nexweşiyan, bi rê û rêbaz û keşfên beriya 50 salan tên dermankirin.
Her sal ji bo 10-15 dermanên nû lîsans tên dayîn, lê belê tenê ji sedî 90’ê vana di dermankirina nexweşiyan de tên karanîn.