TIR’a dînamît dibirin Zayê qulipî

TIR’a dînamît dibirin Zayê qulipî

Li navçeya Cizîr ya Şirnexê TIR’a ku dînamît dibirin bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê qulipî. Di encama qezaya rûdayî de neteqîna dînamîtan rê li karesatekî mezin girtin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, qeza li devera Sîteyên Kuçuk Sanayi ya 5. Kilometer li ser rêya Cizîr-Nisêbînê rû da. TIR’a bi dînamîtan barkirî bi plaqeya 73 SD 575 ku Huseyîn Tongûç di ajot û ji navçeya Mîdyat Mêrdînê ber bi Zaxoyê ve diçû, ji ber sedema negirtina firenê li TIR’a biplaqeya 33 BJF 16 qelibî û qulipî.

Di qezayê de mirî yan jî birîndar çênebûn, loqûmên dînamîtê ên di TIR’ê de jî belavî erdê bûn. Piştî bûyerê gelek polîs biwesayîtên zirxî û pisporên îmha kirina bombeyan veguhestin cihê qezayê. Ji ber qezayê aliyek yê rê ji wesayîtan re girtin.

Piştî ji bo wesayît û dînamîtên belavî erdêbûne ewlehî û tedbîr hatin girtin, pisporên îmhakirina bombeyan dest bi vekolînê kir. Piştî vekolînan hate diyarkirin ku, gefek tuneye û loqûmên dînamîtê ên belavbûne komkirin.

Hate diyarkirin ku, TIR’a tejî dînamît ji Mîdyatê dê di deriyê Sinor yê Xabûrê re derbazî Iraqê kiriban.