Li hemberî hemû daxuyaniyên tund û dijwar ên desthilatiya AKP’ê yên piştî krîza Mavî Marmara ya di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de dide, lê têkiliyên aboriyê yên her du welatan mezintir dibin. Zêdebûna têkiliyên aborî yên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de di sala 2011 de rekor şkand.
Wezîrê Aboriyê yê Tirk Zafer Caglayan di meclîsê de bersiv da pêşniyarpirsek der barê têkiliyên bazirganî yên di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de û daneyên bazirganiyê aşkere kir. Di sala 2011 de bazirganiya di navbera her du welatan de 2 milyar û 57 dolar bû. Ev hejmar di sala 2010 de nêzî milyarek û 359 milyon dolar bû. Yanî ev rêjeya îtlehatê ji sedî 151 zêde bûye.
Dîsa tê dîtin ku di sala 2011 de rêjeya hinardeyê (îxracat) jî zêde bûye. Di sala 2011 de hinardeya bo Îsraîlê gihiştiye 2 milyar û 291 milyonan û ev hejmar jî ji sedî 114 zêde bûye.