Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC), di rapora xwe ya bi navê “Rapora Salane ya Binpêkirinên Mafên Sendîkal” ya di konferansa Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) de aşkere kir de, ragihand ku Tirkiye di vî warî de yekemînê Ewropayê ye.
Di rapora ITUC’ê de hat gotin ku li Tirkiyeyê bi taybet karkerên di sektorên metal, petrol, kîmye û tesktîlê de dixebitin, endamtiya wan a bo sendîkayan dibe sedema derxistina wan a ji kar. Ji bo vê yekê jî fîrmayên weke Polyplex, Demo, Plastik, AFE Plasturgie weke mînak hatin nîşandan.
Di raporê de hat destnîşankirin ku polîsên li hemberî grevên karkeran zorê bi kar tînin û di raporê de tê gotin ku di encama êrîşa polîsan a di 25’ê sibatê de li Kartepeyê li dijî çalakiya karkeran pêk hat de 2 karker birîndar bûn.
Di raporê de tê gotin ku endamên Egîtîm-Sen û Sentîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) bi terorîzmê tên tawanbarkirin û diavêjin girtîgehan.
Her wiha, tê gotin ku her çendî hikûmeta AKP’ê ya ku cara sêyemîn e li ser desthilatiyê ye û bi YE’yê re di nava muzakereyan de ye, lê di reformên mafê mirovan de pir hêdî tevdigire û bal kişand ser rewşa rojnamevanên hatine girtin.
Sekretera Giştî yê ITUC’ê Sharan Burrow bal kişand ku jiyana karkeran li cîhanê serûbin bûne û diyar kir ku karker ji mafên wan ên sedîkal têne kirinç.
Di raporê de tê gotin ku li gelek welatan grevên karkeran li rastî êrîş û tundiya polîsan tên, an jî bi komelî ji kar têne derxistin û bo mînak li Gurîstan, Kenya, Efrîkaya Başûr û Botsvanayê 2800 karkerên di sektora gelemperiyê de dixebitin piştî grevê ji kar hatine derxistin.