Tirkiye di nav welatên 'nîv azad' de ye

Tirkiye di nav welatên 'nîv azad' de ye

Saziya bi navê Freedom House ku li seranserê cîhanê li ser civakên ku herî zêde li rastî zextan tê lêkolîn dike, rapora xwe ya 2011 aşkere kir. Li gorî raporê Tirkiye di nava welatên “nîv azad” de ye.

Saziyê duh rapora xwe aşkere kir û di raporê de mafên kesî û mafên gel ên gelemperiyê yên li welatan nirxand. Di raporê de Tirkiye di nava lîsta “welatên nîv azad” de hate nîşandan.

Saziyê di rapora xwe de bal kişand ser girtina rojnamevanan û binpêkirinên mafan ên li dijî azadiya ramanê yên li Tirkiyeyê û da zanîn ku hema bêje hemû çapemenî di destê holdingên mezin de ye, ev yek jî rê dide pêkanîna oto-sansurê.

Raporê aşkere kir ku çapemeniya Kurdan bi hewlên girtinê yên hukûmeta Tirk re rû bi rû ye û da zanîn ku înternet tê blokekirin û bi vî awayî azadiyên akademîk jî di xeteriyê de ne.

Freedom House bal kişand ser girtina Buşra Ersanli û Ragip Zarakolû û diyar kir ku akademîsyenên bi pirsgirêka Kurd re jî mijûl dibin, bi zextan re rû bi rû dimînin.

Di raporê de, di nav welatên ku herî zêde binpêkirinên mafê mirovan lê hene Gîneya Ekvadorê di rêza yekemîn de ye, bi rêzê ve ev welat hene Erître, Koreya Bakûr, Erebîstana Sîûdî, Somalî, Sûdan, Sûriye, Tirkmenîstan û Uzbekîstan tên.

Di raporê de tê diyarkirin ku milyarek û 600 milyon mirovên ku ji sedî 23’yê şêniya cîhanê pêk tînin, tenê ji ber ku daxwaza mafên xwe yên sereke dikin, li rastî zextan tên.