Tirkiyê di navbera Bakur û Rojava de dîwarê şermê lê dike
Tirkiyê di navbera Bakur û Rojava de dîwarê şermê lê dike
Tirkiyê di navbera Bakur û Rojava de dîwarê şermê lê dike
Dewleta Tirkiyê di demeke di navbera gelan de sînor bêwate bûne û dîwarên şermê yên wekî Berlînê têne hilweşandin de, di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de dîwar ava dike. Bi vê mebestê deriyê sînor ê di navbera Serêkaniya Serxet û Binxetê ku çeteyan bi rehetî bikar di anî piştî ket destê YPG'ê bi dîwar hate girtin. Balkêş e ku dîwar di demeke ku heyeta Desteya Bilind a Kurd li Enqereyê hevdîtinan pêk tîne de hat lê kirin.
Dewleta Tirkiyê ku li gorî hemû derdorên siyasî di êrîşên komên çete yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê de sînorên xwe ji çeteyan re vekirin û piştgiriya wan dike, li aliyê din di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de dîwaran ava dike û nahêle sivîl derbas bibin.
Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku nêzî salekê çeteyan dagir kir û ji vir êrîş pêk di anîn, her wiha di deriyê sînor re çek û cebilxane derbas dikirin, piştî ku bajar ji aliyê YPG'ê ve ji çeteyan hate rizgarkirin, Tirkiyê sînor girtin.
Dewleta Tirkiyê ku demekê nehiştin sivîl derbas bibin û deriyê sînor bê vekirin, niha jî bi dîwarekê deriyê sînor bi temamî girt. Dîwarê ku ev 2 roj in tê çêkirin û deriyê sînor bi temamî hatiye girtin, ji aliyê nûçegihanê ANHA'yê ve bi dîmen û wêneyan hate kişandin. Di wêneyan de tê dîtin ku dîwarek nêzî 3 metreyan bilin hatiye çêkirin li pişt jî torbeyên axê hatine bicîhkirin.
Armanc çiye?
Balkêş e ku dîwar di demeke ku heyeta Desteya Bilind a Kurd li Enwereyê hevdîtinan pêk tîne û daxwaza vekirina sînoran dike de tê çêkirin. Ev helwesta Tirkiyê ji aliyê gelê herêmê û derdorên siyasî ve wekî, "Di demeke sînor bêwate dibin û fikra jiyana hevbeş derdikeve pêş, her wiha dîwarên şermê yên wekî Berlînê têne hilweşandin de, ev pêkânîn şerma mirovahiyê ye. Bi vê yekê tê xwestin ku ambargoya ji aliyê gelan ve hatiye têkbirin, bi rengekî din bê meşandin" hate nirxandin.
Çend roj beriya niha di çapemeniya Tirkiyê de jî hatibû gotin ku rayedarên hikûmeta AKP'ê gotine dê dîwar ava bikin. Li ser vê yekê Şaredara Nisêbînê ya BDP'yî Ayşe Gokkan jî bi daxuyaniyekê ev helwest şermezar kiribû û gotibû ku ew destûrê nadin çêkirina dîwaran.
Çav li rê ye ku ev helwesta hikûmeta Tirkiyê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bibe sedema nerazîbûnan.