Tirkiye dixwaze Kobanê vala bike
Tirkiye dixwaze Kobanê vala bike
Tirkiye dixwaze Kobanê vala bike
Li sînorê Pirsûs û Kobanê êrîşa leşker û polîsan a hov berdewam dike û sedema êrîşa polîs û leşkeran hêdî hêdî zelal dibe. Hate hînbûn ku li ser daxwaza AFAD'ê bi fermana Waliyê Rihayê ji bo sînor bê valakirin êrîşa dest pê kir. Li aliyê din polîs û leşker di êrîşê de guleyên rast li hemberî welatiyan bikartînin.
Welatiyên li sînorê Kobanê û Pirsusê ji bo piştgiriyê bidin berxwesana Kobanê hatin cem hev rastî êrîşa polîs û leşkeran hat û êrîşa polîs û leşkeran berdewam dike û sedema êrîşê jî hêdî hêdî zelal dibe. Hevdîtina me bi rayedarên polîs û leşkeran re kirin, li ser daxwaza AFAD'ê Waliyê Rihayê fermana êrîşê da û diyar kirin ku dê xeta sînor bi tememî vala bikin.
Rayedarên leşkeran ên serê sibê gelek leşker bi sînor bi cih kirin anonsên "Tenê em dê destûra welatiyên ji Suriyeyê tên bidin. Em destûrê nadin Suriyeyî careke din vegerin." kirin û welatiyên Rojavayî bertek nîşanî vê yekê dan. Welatiyên Kobanê jî gotin, "Ev dixwazin Kobanê vala bikin û ji bo vê yekê van dikin. Em dê malbat, kesên pirs û astengdar teslîm bikin û paşve vegerin. Niha ligel me rêz pêk anîn em ji serê sibê heya niha li benda derbasbûnê ne lê destûrê nadin. Dixwazin Kobanê bixeniqînîn. Li aliyekî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Kobanê dikin li aliyekî jî polîs û leşkerên tirk êrîşê girseya ji bo piştgiriyê bide Kobanê hatî sînor dike. Wê demê ev di nava hevkariyekê de ne." Welatiyên ji gelek bajaran hatin sînor jî diyar kirin ku Tirkiye di çarçoveya polîtîkayên Kobanê vala bikin piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê û ji bo piştevaniyê belav bike û ji çeteyên DAIŞ'ê re eniyeke rihet pêk bînin êrîşê li gel dikin.
Li aliyê din leşker û polîsên hatin qada kon lê hatin vedan gotin heke konan vala nekin dê konan hilweşînin û rabikin. Welatiyên di konan de jî dimînin dibêjin ew ji wir naçin. Çalakiya parlementerên HDP'ê ya li ser sînor jî berdewam dike. Di dema êrîşa polîs û leşkeran a hov de gelek welatî bîrîndar bûn. Ji ber ku ambulans xwe li pişt polîs û leşkeran veşartin û mudaxele li kesên birîndar nekirin rastî bertekên gel hatin.
Pevçûnên li zevî û gundê Ednamikê belav bûn berdewam dikin û alav û amûrên welatiyan gundê ên ji bo zivistanê amadekirin ji ber bombeyên gazê şewitîn. Ligel TOMA li ber şewatê bûn tu mudaxele li şawatê nekirin û welatiyên gund ji ber vê yekê bertek nîşanî polîsan dan. Hate hînbûn ku di êrîşê de polîs û leşker guleyên rast li hemberî gel bikartîn e.
Çalakiya ciwanan li qadeke mezin belavbû û berdewam dike û 500 ciwanan jî riya Pirsûsê ji trafîkê re girtin.