'Tirkiye dixwaze mîna hespê Truya bikeve Şanghayê'

'Tirkiye dixwaze mîna hespê Truya bikeve Şanghayê'

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî çûbû serdana Rûsyayê û gotibû; “Min ji Pûtîn re got ‘Me bixin nava Pêncika Şanghayê, em jî dê YE’yê ji çavên xwe derbixin’.” Ev niyeta Erdogan a ji bo ketina nava Rêxistina Hevkariyê ya Şanghay, rê li ber nîqaşan vekir. Çapemeniya Rûs ragihand ku Tirkiye dixwaze ji bo NATO’yê weke “Hespê Troya” bikeve nava vê rêxistina li ser Asyayê xwedî bandor e.

Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê di sala 1996 de bi beşdarbûna Çîn, Rûsya, Qezexîstan, Qirgizîstan û Tacîkîstanê hat avakirin û di sala 2001 de jî Ozbekîstan jî beşdar bû. Ev rêxistin her ku diçe di van salên dawiyê de xurt dibe, vê yekê jî rojava xist nava şik û gumanan. Ev rêxistin weke berdewama Pakta Warşova ya ku di dema Şerê Sar de bi pêşengiya Sovyetê hat sazkirin, tê binavkirin. Di nava endamên vê rêxistinê de her tim hevkariya aborî û ewlekariyê tê xurtkirin.

Tirkiyeya ku rêya ketina Yekitiya Ewropayê li ber wê xetimiye, dixwaze bikeve nava vê rêxistinê. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan cara yekemîn di sala 2005 de di serdana Mowkowê de niyeta welatê xwe aşkere kiribû. Erdogan di serdana tîrmehê ya li Moskowê pêk anî de, hevdîtinek bi Serokdewletê Rûsyayê Vlîdîmîr Pûtîn re pêk anî û ev mijar careke din anî rojevê.

Erdogan beşdarî kanalek TV û got; “Pûtîn ji min re got ‘Çi kar we di YE’yê de heye?’ Min jî jêre got ‘Me bixin nava Pêncika Şanghayê, em ê YE’yê ji çavên xwe derbixin.” Vê yekê rê li ber gelek şîroveyan vekir. Li gor hin çavdêran, Erdogan xwestiye peyama “Hûn ne jêneger in” bidin YE’yê. Lê çapemeniya Rûs vê niyeta Erdogan bi awayeke cûda dinirxîne.

QÎMA RÛSYAYÊ BI TIRKIYE NAYÊ

Rojnameya Rûs a navdar Moskowskije Nowosti di nûçeya duh weşand de vê hewla Tirkiyeyê ya ji bo ketina nava vê rêxistinê piştrast kir û destnîşan kir ku ev pêşbîniyek pir lewaz e. Ajansa Nûçeyan a Ria Novist jî destnîşan kir ku Tirkiye endamek girîng ê NATO’yê ye û ev şîrove kir:

" Rûsya di Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê de rola kilîdê dileyîze û li hemberî Enqereyê xwedî senaryoyên cûda ye. Tirkiye dixwaze bikeve vê rêxistinê û rola hespê Troya bileyîze. An jî ev yek bi rastî jî nîşan dide ku hêza NATO’yê lewaz bûye. Tirk dixwazin ne tenê bi DYA re, welatên rojhilat ên ku ‘hişyariyek mezin’ dijîn re bikevin nava têkiliyan.”

Rojnameyê bi bîr xist ku Tirkiyeyê di salên 1990’an de xwest ji bo welatên Asyayê yên bi Tirkî dipeyîvin, rola kilîdê bileyîze, lê ji bo vê yekê ne xwedî çavkanî bû û wiha nivîsand; “Ger Tirkiye bikeve nava vê rêxistinê, dibe welatên di navbera Rûsya û Çînê de mane, bi xwe ve girê bide.”

Rojnameyê nivîsand ku ji ber pirsgirêka Ûygûran Çîn endamtiya Tirkiyeyê qebûl nake û diyar kir ku Tirkiye pirsgirêka Tirkên Ûygûr ên li Asyayê weke amûreke polîtîk bi kar tîne.